Li Holê navenda çandê hat vekirin

Bi şahiyekê navenda çandê ya bajarê Holê hat vekirin.

Li Holê navenda çandê hat vekirin
Li Holê navenda çandê hat vekirin
Li Holê navenda çandê hat vekirin
Li Holê navenda çandê hat vekirin
Li Holê navenda çandê hat vekirin
Li Holê navenda çandê hat vekirin
Li Holê navenda çandê hat vekirin
Li Holê navenda çandê hat vekirin
Li Holê navenda çandê hat vekirin
Li Holê navenda çandê hat vekirin
Li Holê navenda çandê hat vekirin
Li Holê navenda çandê hat vekirin
Li Holê navenda çandê hat vekirin
Li Holê navenda çandê hat vekirin
29 tebax, 2024   22:02
HESEKÊ

Li bajarê Holê yê kantona Cizîrê ji bo vekirina navenda çandê ya bajêr şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de xelkê bajêr, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. 

Endama rêveber a Navendên Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Evîn Bîlal deriyê navendê vekir.

Di şahiyê de hevserokê Navendên Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Ebdulmecîd Xelef vekirina navenda çandê li bajarê Holê pîroz kir û got ev navend dê di belavkirina çandê ya ji bo pêşketina civakê de xwedî roleke mezin be.

Her wiha hevserokê Meclisa Bajarê Holê Ehmed Ebdo jî vekirina navendê li Desteya Çand û Hunerê, gelê bajarê Holê û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got çand daneheva adat û kevneşopî ne û pêdiviyên bingehîn ên civakê ne.

Şahî bi pêşkêşkirina stranan ji hêla koma Zihor (Kulîlk) û xwendina helbestan bi dawî bû.

(fr)

ANHA