Artêşa Iraqê veşartgeheke çeteyên DAIŞ'ê bombebaran kir

Balafirên artêşa Iraqê veşartgeheke çeteyên DAIŞ'ê ya li rojhilatê parêzgeha Selahedîn a bakurê Bexdayê, bombebaran kir.

Artêşa Iraqê veşartgeheke çeteyên DAIŞ'ê bombebaran kir
2 ÇILE, 2025   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê yên xwecih da zanîn ku artêşa Iraqê û hêzên îstixbaratên leşkerî êrişeke hewayî li dijî veşartgeheke çeteyên DAIŞ'ê li herêma Zerge ya rojhilatê parêzgeha Selahedîn a bakurê Bexdayê, pêk anî.

Der barê encamên êrişê de tu agahî nehatine bidestxistin.

(mh)