Di teqîna mayînan li Heleb û Idlibê de 4 kes birîndar bûn

Di encama teqîna bermahiyên şer li gundewarên Heleb û Idlibê de, di nav de 2 zarok bi giştî 4 kes birîndar bûn.

Di teqîna mayînan li Heleb û Idlibê de 4 kes birîndar bûn
2 ÇILE, 2025   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama teqîna mayînekê li gundê Kefer Secne yê gundewarê Îdlibê de, 2 ciwan bi giranî birîndar bûn.

Li gundê Kefer Heleb ê rojavayê Helebê jî di encama teqîna mayînekê de 2 zarok birîndar bûn.

Bermahiyên şer bi awayekî berfireh li nav xaka Sûriyeyê belav bûne û ji bo koçberên ku dixwazin vegerin malên xwe, bûne astengî.

Bi vî awayî ji destpêka sala 2025'an ve 2 kesan jiyana xwe ji dest daye, herdu jî zarok in. 12 kes jî birîndar bûne, ji wan 10 zarok in.

(mh/fr)