Artêşa dagirker li Amêdiyê mizgeftek hedef girt

Endamê Rêxistina CPT’yê ya Amerîkî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker îro 76 caran gundên Amêdiyê topbaran kirin, di nav cihên hatine hedefgirtin de mizgeftek jî heye.

Artêşa dagirker li Amêdiyê mizgeftek hedef girt
24 hezîran, 2025   21:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews’ê, endamê Rêxistina CPT’yê ya Amerîkî têkildarî êriş û topbaranên îro yên artêşa Tirk a dagirker li herêma Amêdiyê yê Başûrê Kurdistanê peyamek weşand û tê de wiha hate gotin; “Artêşa Tirk îro 76 caran gundên Amêdiyê yên Dêreşê, Girgaşê, Mijê, Kevne Mijê û Spîndarê topbaran kirin. Di nav cihên hatine topbarankirin de mizgefta gundê Dêreşê heye.”

Kameran Osman eşkere kir ku tevî şewitîna gelek donim zevî û daran, artêşa Tirk a dagirker mizgefta Dêreşê jî topbaran kir û di encama êrişê de mizgeft şewitî.