Şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi pêxistina mûman hatin bibîranîn

Şêniyên Kobanê bi pêxistina mûman şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi bîr anîn.

Şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi pêxistina mûman hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi pêxistina mûman hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi pêxistina mûman hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi pêxistina mûman hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi pêxistina mûman hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi pêxistina mûman hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi pêxistina mûman hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi pêxistina mûman hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi pêxistina mûman hatin bibîranîn
24 hezîran, 2025   22:34
KOBANÊ

Çeteyên DAIŞ’ê di 25’ê Hezîrana 2015’an de êrişî taxên Kobanê û gundê Berxbotan ê li başûrê bajêr kir û komkujî pêk anîn.

Şêniyên Kantona Firatê û malbatên şehîdan, li pakrewangeha şehîdan a li taxa Xebat a Kobanê û li gundê Berxbotan, bi merasîmekê şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Di merasîma bibîranînê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya bajarê Kobanê Mihemed Oso sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, "Em bejna xwel Ii beramber şehîdan ditewînin."

Oso wiha domand: "Gelê Kobanê her tim di nava têkoşînê de ye. Ji bo ku axa wan nekeve bin destê dijmin bi hemû awayî li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ`ê têkoşîn kirin û li ber xwe dan û çete têk birin. Çeteyên DAIŞ`ê xwestin bi vê komkujiya hovane, xedar û ji xafil ve vîna gel bişikînin."

Mihemed Oso da zanîn ku ew ê ji bo xewn û armancên şehîdan li ber xwe bidin û soz didin şehîdan ku ew ê armancên wan pêk bînin.

Piştî axaftinê mûm li ser gorên şehîdîn hatin vêxistin.

Her wiha şêniyan li gundê Berxbotanê jî şehîdên komkujiyê bi pêxistina mûman hatin bibîranîn.

(mm/fr)

ANHA