Amper mehane bi 280 hezaran e, mûçe jî 250 hezar e!

Niştecihên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de ji ber bihabûnê di nava aloziyên jiyanî de xeniqîne.  Hikumeta Şamê hemwextî zêdekirina mûçeyên karmendan, sotemenî  biha kir. Di encamê de rewşa aborî aloztir bû.

Amper mehane bi 280 hezaran e, mûçe jî 250 hezar e!
Amper mehane bi 280 hezaran e, mûçe jî 250 hezar e!
Amper mehane bi 280 hezaran e, mûçe jî 250 hezar e!
Amper mehane bi 280 hezaran e, mûçe jî 250 hezar e!
1 mijdar, 2023   10:29
HELEB

Hikumeta Şamê ku di Tebaxa borî de pêdivî, amperan û sotemeniyê buha kiribû, di navîna Îlonê de careke din buha kir. Ev jî welatî di nav aloziyeke aborî ya dijwar de hişt.

Li gorî lîsteya buhayan a ku Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezaxetkeran diyar kiriye, lîtreya benzîna 95 okatn ji 14 hezar û 460 lîreyan bû 14 hezar û 660 lîre. Lîtreya mazotê jî ji 12 hezar û 360 lîreyan bû 13 hezar.

AMPEREK BI 70 HEZAR LÎREYAN E

Li gel bihabûna sotemeniyê, mûçeyên karmendên hikumeta Şamê hatin zêdekirin. Lê ji ber rewşa trajedîk a welatiyan, ev zêdebû tu ferq çênekir. Ji ber ku mûçeya mehane têra dayîna ampera hefteyekê nake.

Piraniya karmendan ji bo ku vê aloziyê derbas bikin, xwe dispêrin jêderên din. Hin ji wan 24 saetan kar dikin. Hin din jî li benda alîkariyên xizmên xwe yên li derveyî welat in û hin din jî xwe dispêrin rişwetan.

Ji ber nebûna kehrebeyê, welatiyên li taxa Eşrefiye ya di bin kontrola hikumeta Şamê  de, neçar in heftane 70 hezar lîre ji bo her amperekê, li taxa Suryan jî 65 hezar lîre bidin.

Amperek tenê çend lampe û telefizyonê pê dixe. Lê pêwîstiyên din weka cilşo û sarinc û alavên germkirinê naxebitîne.

K.Y.karmendekî hikumeta Şamê ye, li taxa Eşrefiye ya di bin kontrola hikumeta Şamê de dimîne nexwest navê xwe aşkera bike, got piştî zêdebûnê mûçeya wî bûye 250 hezar lîre û wiha domand: "Buhaya amperekî 70 hezar lîre ye. Yanî divê mehane 280 hezar lîre ji bo amperê bidim. Ev Felaket diyar e."

K.Y. bavê du zarokan e li ser bihakirina amperan got: "Avêtina vê gavê di vê rewşê de qet pêwîst nedikir. Dibêjî qey qerfê xwe bi me dikin, mûçeyan zêde dikin li beramber wê sotemenî biha dikin. Mûçe heman e û hêza kirînê nehat guhertin. Ji xwe têra heqê amper nake."

K.Y. der barê sûda ji amperekê digirin got: "Bi hatina zivistanî re, alavên germkirinê li ser amperekê naxibitin. Ez nikarim 2 amperan bînim, ji ber ku wê mala min xirab bibe. Eger 2 amperan bînim ez ê nikaribim pêwîstiyên sereke yên malbata xwe bi cih bînim.′′

Piraniya malên li taxa Eşrefiye ya di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de bê kehrebe ne. K.Y. got li avahiya lê dimînin 10 malbat hene, lê 4 malbat tenê bi kehrebe ne.

AQIL REWŞÊ RANAGIRE

Welatiya bi navê Ş.M. jî ku li taxa Suryan dimîne bi rewşa got: "Beriya 3 mehan, amper biha kirin. Berê  bi 50 hezar lîreyan bû, lê niha bûye bi 65 hezar lîreyan. Ez hîna ji şoka buhaya berê derneketime heta ketim şoka bihaya nû ya xeyalî."

Ş.M. neçar ma ku amper ji ser malê qut bike ji bo ku pêdiviyên bingehîn ên malbata xwe peyda bike û got: "Divê em hevsengiyê di navbera pêdiviyan de çêkin û girîngiyê bidin pêdiviyên sereke.′′

Ruxmî ku saetên amper li taxa Eşrefiye û Suryan yek in lê buhaya wan cuda ye. Sedema wê jî bazirgan in û nebûna ewlehiyê û hesabpirsînê ji aliyê hikumeta Şamê ve ku tenê li rêbazên çareserkirina aloziya gel nagere.

(şx)

ANHA