Ji 7`ê Cotmehê ve li Xezayê 31 rojnamevan hatine kuştin

Komîteya Parastina Rojnamevanan a navendî ya DYE’yê (CPJ) ragihand ku di şerê Îsraîl û Hamasê de herî kêm 31 rojnamevan hatine kuştin.

Ji 7`ê Cotmehê ve li Xezayê 31 rojnamevan hatine kuştin
1 mijdar, 2023   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya CPJ’ê ji rojnamevanên ku hatine kuştin 26 fîlîstînî, 4 îsraîlî, yek jî Lubnanî bûn.

CPJ’ê diyar kir ku 3 rojnamevan jî birîndar bûne û destnîşan kir ku 9 jî yan girtî ne yan winda ne.

CPJ’ê lîsteyek weşand ku navên qurbanan têde hene. CPJ’ê eşkere kir ku ev dane xwe dispêrin çavkaniyên li herêmê û agahiyên ji aliyê medyayê ve hatine weşandin.

CPJ’ê ragihand ku ji bo aqûbeta rojnamevanan bizanin, lêpirsînê didomînin.