YPG: Em ê bi ruhê 1`ê Mijdarê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

Fermandariya Giştî ya YPG`ê bi munasebeta Roja Kobanê ya Cîhanê soza da ew ê Şoreşa Rojava li hember her cûre êrişên faşîzmê û paşverûtiyê biparêzin û destkeftiyên Şoreşê mayînde bikin.

YPG: Em ê bi ruhê 1`ê Mijdarê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
1 mijdar, 2023   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi minasebeta 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em di vê roja girîng û watedar de, bi boneya salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, lehengên ku bi fedakartî û fedayîtîya xwe berxwedaniya Kobanê li cîhanê da nasîn, Arîn Mîrkanan, Rêvanan, Gelhatan, Paramaz Kizilbaşan, Herdeman û berxwedêrên Mekteba Serzoriyan bi rêzdarî bi bîr tînin, em minnetdar in ew kesên ku bi keda xwe û bi berxwedaniya xwe li derdora Kobanê bûn xelek, bi şervanên azadiyê re bûn yek û zîhnîyeta tarî ya DAIŞ’ê binxistin. “

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serkeftina di encama berxwedana 134 rojan a di pêşengiya hêzên YPG û YPJ’ê de li Kobanê 9 sal berê li dijî DAIŞ’ê hat bidestxistin, weke rastiya kesên ku zilm û zordariyê, koletiyê û esaretê qebûl nakin û dilxwazên azadiyê ne, ket rûpelên dîrokê û wiha dewam kir: “Mirovahîyê ku şahidiya berxwedana YPG’ê û YPJ’ê kir, li hember paşverûtiya DAIŞ’ê, li kêleka şervanên azadiyê û rûmetê cîh girt. Bi hevgirtina gelan û bi xwedîderketina Kobanê re ne tenê Kobanê rizgar bû, mirovahî careke din hêviya xwe ya jiyanê zindî kir, li hember tarîtîyê ronahî bi serket. Kobanê, zihniyeta tarî ya DAIŞ’ê re bû goristan û li Baxozê kevira dawî li ser mezela wî hat danîn.”

Di daxuyaniyê de cih da êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li djiî herêmê û ev tişt hatin diyarkirin: “Di roja me ya îro de dewleta Tirk a dagirker, hikûmeta AKP-MHP’ê ku temsiliyeta DAIŞ’ê dike, bi hemû derfetên xwe ji bo binxistina Şoreşa Rojava ku mîrasa hevpar ya mirovahiyê ye, ketiye nav liv û tevgerê. Li gel ku hîn jî xetereya DAIŞ’ê bi dawî nebûye, êrîşên dewleta Tirk ne tenê ji bo herêma me, ji bo cîhanê jî xeternak e. Hêzên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk bêdeng in. Beriya ku DAIŞ ji nû ve zindî bibe, divê mirovahiya ku beriya 9 salan li Kobanê ji bo nirxên mirovahiyê seferber bû, vê carê jî pêwist e ji bo şoreşa Rojava ya ku mîrasa wê bi xwe ye, hembêz bike û li dijî zîhniyeta tarî ya dewleta Tirk helwestê nîşan bide.

Em wek hêzên YPG û YPJ bi munasebeta salvegera rizgarkirina Kobanê, soza xwe ya ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe dubare dikin ku em Şoreşa Rojava li hember her cûre êrişên faşîzmê û paşverûtiyê biparêzin û destkeftiyên Şoreşa Rojava mayinde bikin.”

(c)