Amerîkayê li baregehên Heşdî Şabiye xistin: 4 kuştî, 2 birîndar

Hêzên Amerîkayê baregehên hêzên Heşdî Şabiyê yên li parêzgeha Diyaleyê kirin hedef. 4 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Amerîkayê li baregehên Heşdî Şabiye xistin: 4 kuştî, 2 birîndar
1 adar, 2026   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyek taybet, hêzên Amerîkayê baregehên hêzên Heşdî Şabiyê yên li parêzgeha Diyaleyê kirin hedef, di encamê de 4 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinêye ku duh Şaneya Ragihandinê ya Ewlekarî ya Iraqê ragihand ku saet 11:50’an li herêma Cerf Sexir ya dikeve bakurê parêzgeha Babilê, êrişên hewayî pêkhatine û di encamê de du endamên hêzên Heşdî Şabiyê  mirine û 3 jî birîndar bûne.