Aytan Ferhad: Divê di Sûriyeya nû rola pêşeng a jinan were parastin

Ji rêveberên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Aytan Ferhan diyar kir ku Roja Jinan a Cîhanê derfetek ji bo nûkirina soza berdewamiya têkoşîna azadî û wekheviyê û parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava ye.

Aytan Ferhad: Divê di Sûriyeya nû rola pêşeng a jinan were parastin
Aytan Ferhad: Divê di Sûriyeya nû rola pêşeng a jinan were parastin
Aytan Ferhad: Divê di Sûriyeya nû rola pêşeng a jinan were parastin
Aytan Ferhad: Divê di Sûriyeya nû rola pêşeng a jinan were parastin
Aytan Ferhad: Divê di Sûriyeya nû rola pêşeng a jinan were parastin
1 adar, 2026   15:29
HESEKE

Di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê de Kongra Star îro civînek li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê ji bo jinan li dar xist.

Di civînê de ji rêveberên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Aytan Ferhad li ser girîngiya 8'ê Adarê axivî. Aytan diyar kir ku Roja Jinan a Cîhanê ji bo nûkirina soza berdewamiya têkoşîna azadî û wekheviyê derfetek girîng e. Her wiha destnîşan kir ku jinan di Şoreşa Rojava de roleke bingehîn lîstine, hebûna xwe di warên cûrbecûr ên siyasî, civakî û rêveberiyê de nîşan dane û bûne hêmanek pêşeng û hevparek bingehîn di biryardanê de.

Aytan da zanîn ku destkeftiyên ku jinan bi dest xistine encama qurbaniyên mezin in, lewma hewce dike ku mafên jinan û destkeftiyên wan de di Sûriyeya nû de werin parastin.

Di civînê de hat xwestin ku hevkariya di navbera jinan de were xurtkirin da destkeftiyên wan werin parastin.

(k)