Li Amêdiyê sûcên dewleta Tirk didomin

Piştî bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê, gund şewatin gundi ji Malên xwe derketin.

Li Amêdiyê sûcên dewleta Tirk didomin
15 tîrmeh 2024   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê gundan rasterast dike hedef û sûcên şer dike. Hewl tê dayîn ku gundî bi zorê ji cihên xwe bên kirin.

Roja Yekşemê di saetên şevê de gundên Sergelê, Kevne Mêzê, Mêzê, Guherzê û Belave yên navçeya Amêdiyê ya Duhokê bi SÎHA’yan hatin bombebarankirin.

Di êrîşê de navendên gundên Kevne Mêzê û Mêzê yên li herêma Berê Garê jî hatin hedefgirtin, hin mal bi temamî şewitîn. Nehat zanîn ku ji ber bombebaranê windahiyên can yan jî birîndar çêbûn yan na.

Dewleta Tirk di mehên dawî de bi hezaran leşker û bi sedan wesayîtên zirxî anî herêmê û baregehên leşkerî û nuqteyên kontrolê ava dike. Dewleta Tirk a dagirker, di êrîşên xwe de bi taybetî baweriya xwe bi PDK’ê tîne.