Amadekariyên mewsima çandiniyê dest pê kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên mewsima çandiniyê yê sala nû tên kirin. Di vê çarçoveyê de Desteya Çandinî û Avdanê plana dabeşkirina rûbera çandiniyê danî û tov û semadê li cotkaran belav dike.

Amadekariyên mewsima çandiniyê dest pê kirin
Amadekariyên mewsima çandiniyê dest pê kirin
Amadekariyên mewsima çandiniyê dest pê kirin
Amadekariyên mewsima çandiniyê dest pê kirin
Amadekariyên mewsima çandiniyê dest pê kirin
Amadekariyên mewsima çandiniyê dest pê kirin
Amadekariyên mewsima çandiniyê dest pê kirin
11 mijdar 2023   03:40
NAVENDA NÛÇEYAN
RÊNAS REMO

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plana çandiniyê ya sala nû danî. Piştî ku plan bi biryara 6121′an ji aliyê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat erêkirin, desteyê dema dayîna ruxsetan û miqdarê tovê ku dê li cotkaran were belavkirin, diyar kir.

RÊJEYÊN ÇANDINIYÊ

Li gorî plana mewsima zivistanê, ji bo genimê avî rubera ji sedî 60, ji bo ceh jî rûbera ji sedî 5, ji bo peqleyan rûbera ji sedî 15 û ji bo sebzeyên zivistanê ji sedî 2 hatine diyarkirin.

Têkildarî mewsima havînî jî, ji bo pembo ji sedî 15, sebzeyên havînê ji sedî 3, berhemên din ji sedî 20 û ceh ji sedî 5 hatine diyarkirin.

Ji bo zeviyên bejî jî, plana çandiniya van zeviyan dabeşî 3 herêman hatiye kirin; herêma îstîqrarê ya yekemîn: Rêjeya wê herêmê ya genim ji sedî 60, peqle ji sedî 20, zeviyên bûr ji sedî 20 e.

Herêma îstîqrarê ya duyemîn: Rêjeya genim ji sedî 50, ceh ji sedî 25, peqle ji sedî 15, zeviyên bûr ji sedî 10 e.

Herêma îstîqrarê ya sêyemîn: Genim û ceh ji sedî 50, peqle ji sedî 25 û zeviyên bûr ji sedî 25 e.

MÎQDARA TOV

Ji bo zeviyên avî, 30 kîlo genimê nerm ji bo donimekê hate veqetandin ku cotkara dikare wergire. Her wiha 32 kîlo genim ê hişk ji bo her donimekê, ji bo zeviyê bejî jî 20 kîlo genim ji bo her donimekê hatine veqetandin.

Desteya Çandiniyê ji bo her donimeke genimê avê 30 kîlo semada urea û 20 kîlo semadê fosfat diyar kirin. Ji bo her donimeke zeviyê genim ê bejî jî 20 kîlo semada urea û 10 kîlo semada super fosfat diyar kirin. Her wiha ji bo her donimeke cûreyên din ên çandiniyên 25 kîlo semada urea û 20 kîlo semada super fosfat hate veqetandin.

BÎRÊN ÇANDINIYÊ

Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Îlonê ve dest bi dayîna ruxstên ji bo bîrên çandiniyê kir. Dayîna ruxsetan wê 30′yê Mijdara 2023′yan bi dawî bibe.

DI HER DONIMEKE AVÎ DE DAREK WERE ÇANDIN

Desteya Çandiniyê bang li cotkaran kir ku di her donimekê zeviyên avî de darekê biçînin, ger neçînin dê ji destekê bê par bimînin. Desteyê dê piştî çend rojan ji bo jenatoran jî miqdara sotemeniyê ya guncaw li gorî kûrbûna bîrê, cureya jenartoran û donimê çandiniyê diyar dike.

Cotkarên ku zeviyên wan nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê yan jî herêmên Sûriye yên dagirkirî ne, ji ber êrişên leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zehmetiyan dikişînin.

Ji Cotmehê ve tov li gorî mîqdara diyarkirî tê pêşkêşkirin. Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî ji 100 hezar tonî, 50 hezar ton tovê genimê baş û bêjinkkirî bi 16 cureyan amade kiriye û li cotkaran belav dike.

Li gorî hevserokê Saziya Tovê ya Minbicê Mihemed El Berho, wan heta niha 70 ton genim ê hişk û 155 ton genim ê ter li cotkaranên Minbicê belav kirine. El Berho anî ziman ku dibe rêjeya belavkirinê bighêje navbera hezar û 700 heta 2 hezar tonan.

El Berho diyar kir ku cureyên belav dikin, nerm e ku rewşên avhewayê yên dijwar mîna tîbûnê temûl dike û pêdiviya wê bi avê kêm e. Cureya hişk jî xwedî berhemdana bilind e, ev cure li hember nexweşiyên çandiniyê mîna zingarî û hwd li ber xwe dide.

Mihemed El Berho di dawiyê de got, ruxmî astengiyan û ruxmî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dê belavkirina tovan dewam bike da ku parastina ewlehiya xwarinê bikin û xwarina ewle û tendurist ji xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re peyda bikin.

(fr)

ANHA