Leşkerên Tirk mal û milkên gundiyên Dêrelokê wêran dikin
Leşkerên artêşa dewleta Tirk a qirker li nav gundên bajarokê Dêrelokê digerin û baxçeyên gundiyan topbaran dikin.
![Leşkerên Tirk mal û milkên gundiyên Dêrelokê wêran dikin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_6686f8e27fa96.jpg)
Li gor agahiyan, ji deverên ku artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê dixwaze Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike, leşkerên artêşa Tirk a dagirker li nav gund û rezên bajarokê Dêrelokê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê digerin, rez û baxên gundiyan topbaran dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ev demek dirêje ji bo hemû Behdînan û Başûrê Kurdistanê dagir bike, bi hevkarî û alîkariya PDK’ê bi hezaran leşker, bi hezaran wesayîtên zirxî, tank û top anîne nav xaka Başûrê Kurdistanê û rojane deverên sivîl wêran dikin.