Mayînek bi dewriyeyeke hêzên Şamê û Rûsyayê de teqiya

Mayîneke kesên nenas li ser rêyeke nêzî gundê Colanê bi cih kiribû bi dewriyeyeke hevbeş a hêzên Şamê û hêzên Rûsyayê de teqiya û di encamê de 2 leşker ji hêzên Şamê birîndar bûn.

Mayînek bi dewriyeyeke hêzên Şamê û Rûsyayê de teqiya
4 tîrmeh 2024   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarên nenas li ser rêya gundê Ebû Xara yê gundewarê Qunetera yê li nêzî Colana Sûriyeyê mayînek çandibû. Dema dewriyeyeke hevbeş a hêzên Şamê û hêzên Rûsyayê derbas dibûn, mayîn bi wan de teqiya. Di encamê de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn.

Ji destpêka îsal ve kesên nenas siûqastkirin û hedefgirtinên xwe li dijî efser û leşkerên hêzên Şamê û hevkarên wê yên ji Hizbullaha Lubnanê zêde kirine.

(fr)