Partiyên siyasî: Nêzîkbûna Şam û Enqereyê dê dagirkeriya Tirk rewa bike

33 partî û hêzên siyasî daxuyand ku nêzîkbûna Şam û Enqereyê dê rewşa Sûriyeyê xirabtir bike, dagirkeriya Tirk rewa bike û krîza Sûriyeyê kûrtir bike. Partiyan bang li aliyên siyasî yên demokratîk kir ku hêzeke siyasî ava bikin û zextê li hikumeta Şamê bikin da ku beşdarî diyaloga Sûriyeyê bibin.

Partiyên siyasî: Nêzîkbûna Şam û Enqereyê dê dagirkeriya Tirk rewa bike
4 tîrmeh 2024   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

33 Partî û hêzên siyasî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hewldanên nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker û xwepêşandanên li deverên dagirkirî, daxuyaniyeke hevbeş da.

Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî destpêka serhildana gelê Sûriyeyê ya di 2011'an de, gelek dewletan ew serhildan veguhast şerekî nîjadperest û navxweyî ku hingê dewleta Tirk a dagirker xetên xwe yên sor aşkera kirin. Lê piştî têkçûna komên çekdar ên terorîst li hemberî koalîsyona rejîma Sûriyeyê, Erdogan berê xwe da diyaloga bi hikumeta Şamê re da ku armancên xwe yên ku bi rêya wan koman pêk neanîn, pêk bîne. Di encama îsrara dewleta Tirk a dagirker de ya bilzekirina mijara lihevhatina bi hikumeta Şamê re û radestkirina komên terorîst, şêniyên deverên dagirkirî serî hilda, karmendên Tirk derkirin û deriyên sînorî girtin. Lê belê komên çekdar ên alîgirên rejîma Tirk, bi hevkariya artêşa Tirk a dagirker gelek welatiyên Sûriyeyî kuştin.

Di berdewama daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li dijî daxwazên gelê Sûriyeyê hatin şermezarkirin, her wiha bang li civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku biryara 2254’an a çareserkirina krîza Sûriyeyê li gorî pîvanên wekhevî û edaletê, hat kirin.

Her wiha partiyan diyar kir ku ev nêzîkbûn rewşa Sûriyeyê baştir nake, berovajî wê, ew ê dagirkeriya Tirk rewa bike, kirîza Sûriyeyê kûrtir bike û li dawiyê gelê Sûriyeyê bike qurban.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li aliyên siyasî yên demokratîk hat kirin bibin yek û bi rêya wê zextê li hikumeta Şamê bikin da ku diyalogan bike.

Her wiha bang li hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku di diyaloga hundirîn de beşdar bibin û bang li gel hat kirin ku destekê bide hêzên xwe yên leşkerî û Rêveberiya Xweser.

Partiyên ku daxuyanî daye;

1- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
2- Partiya Xidir a Demokratîk
3- Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
4- Yekitiya Lîberal a Kurdistanê
5- Partiya Sosyal a Kurdistanê
6- Partiya Demoqratî Kurdistan – Sûriye
7- Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî
8- Partiya Çepa Kurd a Sûriyê
9- Partiya Çepa Demokratîk a Kurd a Sûriyê
10- Partiya Sûriya Pêşerojê
11- Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
12- Tevgera Nûkirina Kurdistanê
13- Yekitiya Karmendên Kurdistanê
14- Desteya Niştîmanî ya Erebî
15- Partiya Modernîzm û Demokrasiyê ya Sûriyê
16- Partiya Wîfaqa Demokratîk a Kurd a Sûrî
17- Tevgera Çaksaziyê – Sûriyê
18- Partiya Aşûrî ya Demokratîk
19- Partiya Biratiya Kurdistanî
20- Partiya Roj a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê
21- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
22- Kongra Star
23- Partiya Muhafizîn
24- Partiya Têkoşîna Demokratîk
25- Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê
26- Partiya Demokratîk a Kurdistanî - Rojavayê Kurdistanê
27- Desteya Koordînasyona Niştîmanî - Tevgera Guhertina Demokratîk
28- Partiya Yekitiya Suryanî
29- Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanî
30- Partiya Demokrata Kurdistanê ya Sûriyê (PARTÎ)
31- Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî)
32- Şepêla Çepa Şoreşger a Sûriyê
33- Partiya Sûraya

(mh)