Xirbê Kejê
Jinek û zarokên xwe gundek ava kir ku navê "Xirbê Kejê" lê hate kirin. Ev gund ji şêniyan û neviyên Kejê re bûye mîraseyek.
Gundê Xirbê Kejê 37 km dûrî navçeya Amûdê û 45 km dûrî bajarê Hesekê dikeve. Xirbê Kejê di aliyê çêkirina xaniyan de mîna gundên din e. Şêniyên gund debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewlaan dike. Lê ya balkêş ew e ku navê gund navê jinekê "Kejê" ye.
KEJÊ KÎ YE?
Kejê ji navçeya Şengalê ye, ji malbata Serhokê ya ji eşîra Gabara ye. Kejê sala 1890′î dizewice û dibe dayika 5 zarokan (Asya, Meryem, Mihemed, Îsmaîl û Omer). Di sala 1937′an de an ku piştî wefata hevjînê wê, zext ji aliyê malbatê li Kejê tê kirin da ku careke din bizewice, lê Kejê qebûl nekir careke din bizewice. Ji ber van zextan Kejê neçar ma tevî zarokên xwe berî bide Rojava.
Li Rojava, Kejê li gundê Topo yê girêdayî navçeya Amûdê çend rojan li gel xizmên xwe dimîne. Piştre diçe gundê Girê Êş ê girêdayî heman navçeyê û li wir jî çend rojan li gel xizmên xwe yên din dimîne. Piştre biryar dide ku malekê ji bo xwe û zarokên xwe ava bike. Li ser vê yekê Kejê li nêzî gundekî xizmên xwe erdekî biçûk hildibjêre û bi alîkariya her pênc zarokên xwe malekî axî ava dike. Kejê ji bo debara mala xwe bi cih bîne di çandinî û çinîna pembo de dixebite. Her ji bo vexwarin û avdanê av dikişand. Bi demê re nîşaneyên gund êdî xuya bûn û xizmên Kejê yên li Şengalê jî hatin gund û lê bi cih bûne. A niha hejmara malên gund zêdetirî 40 malî derbas bike û dibistanek bi navê "Xirbê Kejê" li gund hatiye avakirin. Kejê ji bo dabînkirina ava vixwarinê jî bîrek li gund ava kir. Niştecihên gund debara xwe bi çandina genim û ceh û xwedîkirina sewalan (Pez û çêlekan) bi cih tînin.