Li Tebqayê dikana herî kevn a şîraniyê

Dikana El Şear ku 55 sal e xizmeta tebqayiyan dike, dikana herî kevnar a şîraniyê ya li Tebqayê ye. Dikana El Şear bi şîraniyên xwe li Tebqa û Reqayê bi nav û deng e.

Li Tebqayê dikana herî kevn a şîraniyê
Li Tebqayê dikana herî kevn a şîraniyê
Li Tebqayê dikana herî kevn a şîraniyê
Li Tebqayê dikana herî kevn a şîraniyê
Li Tebqayê dikana herî kevn a şîraniyê
4 tîrmeh 2024   07:35
TEBQA

Haşim El Şear sala 1935’an li bajarokê Meraet El Numan ê Idlibê ji dayik bûye û di sala 1968’an de li Tebqayê bi cih bûye. Di sala 1969’an de dikaneke biçûk a çêkirina şîraniyan bi navê El Şear li Tebqayê vedike. Dikana Şear di wê demê de li Tebqayê dikana şîraniyê ya yekemîn bû û îro jî bûye dikana herî kevn a Tebqayê.

Tevî biçûkbûna dikanê ku 24 metreçargoşe ye jî, Haşim El Şear bi şîraniya xweş û bitehm bala muşteriyan kişandiye.

Haşim El Şear bavê 6 kur û 5 keçan e û 6 zarokên xwe jî fêrî çêkirina şîraniyan kirine.

Haşim El Şear di Nîsana 2015’an de wefat kiriye lê bi wefata wî re karê wî bi dawî nebû. 2 kurên wî Xalid û Ûsama ji zarokatiya xwe ve ji bavê xwe fêrî çêkirina şîraniyê bûne.

Xalid El Şear 45 salan e di dikana bavê xwe de kar dike. Xalid El Şear dibêje: “Tê bîra min, min kursiyek çêkiribû û ew kursî nêzî 45 salan e di dikanê de ye.”

Xalid û Ûsama ji saetên serê sibehê ve berê xwe didin dikanê û dest bi çêkirina şîraniyê dikin. Şîraniya wan saet 08.00’an hazir dibe.

Xalid û Ûsama ji bo pêşxistina karê xwe di dawiya sala 2023’yan de firineke ku bi gazê dixebite û cureyên nû yên şîraniyê xistin nav karê xwe.

Wan kel û pelên dikanê jî parastina. Xalid El Şear diyar kir ku alava herî nû a dikanê jî nêzî 30 sal e di dikanê de ye.

Dikana El Şear li kantona Tebqa û Reqayê navdar e. Bi sedan kes şîraniyan ji vê dikanê dikirin.

(bb)

ANHA