‘Bêdengiya li hemberî tecrîdê xiyanet e’
Hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê ya Dêrazorê û cîgira Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Dêrazorê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wek “xiyaneta li mirovahî û rêgezên demokrasiyê” bi nav kir û got heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê çalakiyan li dar bixin.
![‘Bêdengiya li hemberî tecrîdê xiyanet e’](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_66858d3f5553a.jpg)
Hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Sivîl a gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê Xedîce El Ebdullah û cîgira Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Dêrazorê Îman El Mizgar têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî tecrîdê axivîn.
Xedîce El Ebdullah bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî tecrîdê wek “xiyaneteke li mirovahî û rêgezên demokrasiyê” bi nav kir û wiha domand: "Têkiliyeke rasterast di navbera nakokiyên navneteweyî û herêmî yên li herêma Rojhilata Navîn û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de heye. Rêbertî banga belavkirina rêgezên demokrasî, azadî û aştiyê di navbera gelên cîhanê dike, lê pergalên navneteweyî li dijî van rêgezan in."
Xedîce bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan jî û da zanîn ku hêzên kapîtalîst û despot hewl didin hegemonyaya xwe li ser gelên xizan û bindest fireh bikin û wan komplo pêk aniye.
Xedîce El Ebdullah bang li rêxistinên mirovî û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku li hemberî tecrîdê, îşkence û muameleya xirab a li dijî Rêber Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe bi cih bînin û mafên mirovan biparêzin.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Dêrazorê Îman El Mizgar jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Ya ku desthilata Tirk li dijî Rêbertî li girtîgeha Îmraliyê dike, li dijî qanûnên navneteweyî ye û sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ev di qanûnên navneteweyî de qedexe ne.”
Îman El Mizgar diyar kir ku wek jinên ji Dêrazor û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê çalakiyan dewam bikin da ku tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.
(bb)
ANHA