Di 28 operasyonên QSD’ê de 233 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

QSD’ê ragihand ku di 28 operasyonan de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 233 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û 10 çete jî hatine kuştin.

Di 28 operasyonên QSD’ê de 233 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
4 tîrmeh 2024   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bîlançoya 6 mehan a têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ’ê aşkera kir.

Li gorî agahiyên navendê dane, DAIŞ’ê di 6 mehên dawîn de gelek êriş pêk anîn û hewldana jinûve zindîbûnê kir, lê ev hewldan bi ser neket.

QSD’ê diyar kir ku “Tevî ku hêzên me bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re mijûl bûn jî, lehengên me bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî 28 çalakiyên ewlekariyê yên serkeftî li dijî şaneyên rêxistina terorê pêk anîn û karîn piraniya êrişên terorîstan pûç bikin û gelek şaneyên terorîst ji holê rakin.”

Li gorî bîlançoyê 28 operasyonên QSD’ê pêk hatine û ji wan 3 operasyonên berfireh jî hene; Operasyona Mirovî û Ewlekariyê li kampa Holê, operasyoneke berfireh li herêma Hemrat a Reqayê û operasyoneke berfireh li derdora bajarê Hesekê.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîneyên Antîterorê (YAT), Komandos û Tîmên Tevgera Leşkerî jî 9 çalakî pêk anîn.

Di operasyonan de 233 çete hatine girtin; 82 terorîst li herêma Hemrat a Reqayê û 40 terorîst li derdora Hesekê û hin ji wan jî bi alîkariya şêniyên herêmê di dema hewldanên wan ên têkçûyî de hatin girtin. Her wiha di operasyonan de 10 çete hatine kuştin.

Operasyon li Kampa Holê, El Telace, Elûs, El Şûhêl, El Hemrat, El Bonitel, Hesekê, Reqa, E Buseyrah, Dîban, Qamişlo, Til Hemîs, Deşîşa, Ebû Cern, Îskenderûn, El Cerdî û Hewayîc Zîbanê pêk hatin.

QSD’ê destnîşan kir ku “girîngiyê didin helwesta birûmet a gelê xwe, bi taybet gelê me yê Dêrazorê û Hesekê ku ji bo operasyonên me yên li dijî şaneyên terorîst alîkariya stratejîk kirin”.