Zehra El Xidir bû ‘kedkara şoreşê’

Saziya Malbatên Şehîdan endama Mala Jinan a kantona Reqayê Zehra El Xidir wek ‘kedkara şoreşê’ ragihand.

 Zehra El Xidir bû ‘kedkara şoreşê’
4 tîrmeh 2024   12:50
REQA

Endama Mala Jinan a navçeya Keramê ya kantona Reqayê Zehra El Xidir sala 1975`an li gundê Hemret Xenam ê bajarê Keramê yê kantona Reqayê ji dayik bûye. 

Piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê (2018) tev li xebatên Mala Jinan dibe. Zehra El Xidir 7 salan li Mala Jinan a Keramê xebitî.

Zehra El Xidir li gundê xwe Hemret Xenam di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû.

Saziya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zehra El Xidir wek ‘kedkara şoreşê’ ragihand.