Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Reqayê bi dawî bû

Desteya Çand û Şûnwaran bi hevkariya Rêxistinên Civaka Demokratîk Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan li Reqayê li dar xistibû û îro di roja dawî de pirtûka ˊAzadî dê bi ser keveˊ li beşdaran hat belavkirin.

Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Reqayê bi dawî bû
Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Reqayê bi dawî bû
Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Reqayê bi dawî bû
Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Reqayê bi dawî bû
Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Reqayê bi dawî bû
Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Reqayê bi dawî bû
Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Reqayê bi dawî bû
4 tîrmeh 2024   23:41
REQA

Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan di 2ˊyê Tîmrehê de li Reqayê hat lidarxistin û tê de 4 hezar pirtûkên bi sernavên cuda hatin pêşandan û 7 nivîsgehên li Reqayê beşdar bûn.

Di roja sêyemîn û ya dawî de gelek nivîskar, rewşenbîr û endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Mistefa û hevserokên Yekitiya Rewşenbîran û hevserokên Desteya Çand û Şûnwaran û xelkê Reqayê beşdar bûn.

Axaftina destpêkê ya roja dawî endamê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Ebdurehman El Ehmed axivî û got: "Ji bo rewşenbîran pêşangeh derfet û şansek e."

Dûre Hesen Mihemed Mistefa bal kişand ser rola rewşenbîran û got: "Pêdiviya me bi şoreşa çandî heye, ne tenê li Reqayê lê belê li tevahî Sûriyeyê ku em bi vê şoreşê Sûriyeyê xweşiktir bikin."

Mistefa wiha domand: "Em dikarin bi rêya rewşenbîran ala çandê hildin û dest bi nîqaşên kûr û zêde bikin; ji siyasetê bigire heta bi tevahî têgînan. Em vê pêşangehê pîroz dikin."

Nûçegihanê rojnameyê Şerq El Ewest El Demoqratî Îsmaîl El Xalid li ser pirtûka ˊAzadî dê bi ser keveˊ ku li pêşangehê hatiye pêşandan axivî û got: "Nivîskar Sean Michael Wilson kêfxweşiya xwe li ser însiyatîfa ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye pêşkêşkirin anî ziman û ev romana bi navê ˊAzadî dê bi ser keveˊ nivîsand."

El Xalid anî ziman ku roman banga hevgirtina bi xwezayê re, avakirina pergalek exlaqî û bidestxistina xweşiya hevpar a ji bo hemûyan dike.

Piştre pirtûka ˊAzadî dê bi ser keveˊ li beşdaran hatin belavkirin.

Pêşangeh bi konserekê ji hêla hunermendên Navenda Çandê ya Reqayê bi dawî bû.

(fr)

ANHA