El Erec: Heke sûriyeyî bibin yek, dewleta Tirk nikare tiştekî bike

Ehmed El Erec diyar kir ku eger tevahî sûriyeyî bibin yek, wê dewleta Tirk a dagirker nikare li hemberî wan tiştekî bike.

El Erec: Heke sûriyeyî bibin yek, dewleta Tirk nikare tiştekî bike
4 tîrmeh 2024   05:17
HELEB
MIHEMED EBDO

Sekreterê giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec têkildarî tevliheviya li herêmên dagirkirî û planên dewleta Tirk a dagirker û rêbazên bidawîkirina aloziya Sûriyeyê, ji ajansa me re axivî.

Ehmed El Erac diyar kir ku şerê Îsraîl û Hemasê, aloziya di navbera Îsraîl û Îran-Hizbullahê de û bandorên wê, di heman demê de şerê Rûsya û Ukraynayê bandor li herêmên dagirkirî kir û got dewleta Tirk sûdê ji mijûlbûna cîhanê bi şeran digire, da ku demografiya wan herêman bi temamî biguherîne.

El Erec destnîşan kir ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker xwe dispêre sûdwergirtina ji aloziyan û lawazakirina hêza gelan, nemaze gelên Sûriye û Iraqê û wiha domand: "Serkêşê rejîma Tirk Erdogan hewl dide Mîsaqî Mîllî pêk bîne. Êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê çarçoveyê de têne kirin. Erdogan bi destwerdanên xwe yên li hin welatên Ereban û yên Afrîkayê û yên dîtir, sînorê Mîsaqî Mîllî derbas kiriye û êdî gefan li ewlehiya gelek gelan dixwe.”

Ehmed El Erec destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker aşkera destekê dide çeteyan û wan wek amûr ji bo planên xwe yên dagirkeriyê bi kar tîne.

‘ÎSLAMA SIYASÎ AMÛRA REJÎMA TIRK E’

El Erec diyar kir ku dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên li dijî jin, zarok, xweza, şûnwaran, dizî û talankirinê Efrîn ji bo şêniyên wê kiriye cihê trajediyeke mezin.

El Erec îşaret pê kir ku rejîma Tirk îslama siyasî ji sorkirina gelan li hemberî hev bi kar tîne û şeran gur dike da ku hebûna xwe mayînde bike. El Erec got: "Bi taybetî sûriyeyiyên di nava Îtîlaf û ENKS’ê de, êdî tevahî sûriyeyan ev siyasetên Tirkiyeyê fêm kirine."

El Erec bal kişand ser hevkariya hin dewletên Ereban bi dewleta Tirk a dagirker re û got: "Em hêvî dikin ku dewletên Ereban, di serî de Qeter û Kuwêt, desteka ku didin rejîma Tirk a faşîst, qut bikin û siyaseta xwe li hemberî gelê Sûriyeyê, bi taybet li hemberî Kurdan, biguherînin. Em sûriyeyî naxwazin dijminahiya me bi gelên herêmê re hebe.”

‘ARAMÎ BI DIYALOGAN DIBE’

El Erec da zanîn ku şerekî veşartî di navbera Tirkiye û Îranê de li ser bajarê Helebê heye û hêviyên Tirkiye yên dagirkirina Helebê dewam dikin.

Ehmed El Erec yekitiya gelên Sûriyeyê, diyalogên navxweyî û lidarxistina kongreyeke nîştimanî li ser xaka Sûriyeyê wekî rêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê  diyar kir. El Erec wiha pê de çû: "Di serî de divê em yekitiya xwe çêkin, destûreke nû ji bo Sûriyeyê deynin ku rûmeta tevahî sûriyeyan biparêze û pirsgirêkên wan ên ji bo şer derketine çareser bikin. Dema sûriyeyî tevahî bibin yek hingî Tirkiye nikare li hemberî wan tiştekî bike."

Sekreterê giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec di dawiya axaftina xwe de got: "Biryara çareseriya siyasî li Sûriyeyê di destê sûriyeyan de ye. Pêşbinî dikim ku sala nû gelek suprîzan ji sûriyeyan bi xwe re bîne."

(bb)

ANHA