Ciwanên Şoreşger: Çekdar Amed lehengekî Şoreşa Rojava ye

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şehîd Çekdar Amed di salvegera 12’emîn a şehadeta wî de bi daxuyaniyekî nivîskî bi bîr anî.

Ciwanên Şoreşger: Çekdar Amed lehengekî Şoreşa Rojava ye
4 tîrmeh 2024   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kir ku Şehîd Çekdar Amed yek ji pêşengên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû û li ser şopa têkoşîna wî ev şoreş hat mezinkirin û parastin. Her wiha Ciwanên Şoreşger banga xurtkirina têkoşîna li dijî dijminên gel kir û soza şopa rêya şehîdan û tolhildana wan da. 

Şehîd Çekdar Amed, ji navçeya Pasûr a Amedê, ji bo rêxistinkirina ciwanan li Efrînê kedekî mezin da û ji ber vê yekê di 4’ê Tîrmeha sala 2012ˊan de bû hedefa çeteyên girêdayî “Artêşa Azad” û bi îşkence hat şehîdxistin.

Daxuyanî wiha ye:

"Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya ciwanên şoreşger û kedkar hatiye avakirin. Yek ji wan şoreşgerên leheng jî şehîd Çekdar Amed bû. Di demekê de ku ruhê serhildanê li Rojavayê Kurdistanê germ dibû û bingehên şoreşê dihatin xurtkirin, Çekdar Amed derbasî bajarê Efrînê bû. Li wir, şehîd Çekdar bi hedefên mezin ketiye nav kar û xebata rêxistinkirina ciwanan û avakirina hêzên xweparastinê. Bi taybetmendiyên xwe şehîd Çekdar ketiye nav dilê gel û ciwanan de û bû pêşengê tevgera ciwanên Apoyî. Bi vî awayî, rêheval Çekdar bû hedefa dijminên şoreşê, ku wî bi awayekî hovane li malekê bi îşkence şehîd xistin. Hêrsa gel zêde bû û van kesên ku îxanet li gelê xwe dikirin bi erdê re kirin yek. Çiqas windahiyekî giranbuha bû, çek û têkoşîna şehîd Çekdar Amed li erdê nemabû û gelê Efrîn û gelê Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengtiya ciwanên Apoyî, 2 hefte şûnde bi bidestxistina bajarên xwe meşa xwe ya azadiyê ji tevahî cîhanê re ragihand. Li ser şopa têkoşîna şehîd Çekdar bi hezaran ciwanan xwe bi rêxistin kirin û jiyanekî bi rûmet di axa xwe de parastin.

Piştî 12 sal ji şehadeta Çekdar Amed û ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê, têkoşîna azadiya Apoyî li çar aliyên cîhanê belav bû. Di heman demê de jî, dijminên şoreşê nesekinîbûn. Ji xayînên vê axê, dewletên faşîst ên herêmê heya hêzên hegemon ên navneteweyî jî hewl didin dîsa axa me dagir bikin û bikin dojeh.

Kesên ku li Efrînê rêheval Çekdar Amed bi hovîtî şehîd xistin, îro beşdarî dagirkirina bajarê Efrînê dibin û talankirina wê. Çawa 12 sal berê bersivekî xurt li hemberî şehîdxistina Çekdar Amed hat dayîn, îro jî bersivekî bi heman rengî li hemberî dijminên gel pêwîst dike. Em jî weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ji nû ve soza şopa rêya şehîd Çekdar Amed û tevahî şehîdên şoreşê didin û em ê bi vê ruhê heya dawî, bi dilsozî û bê westandin ji bo rizgarkirina axa xwe û avakirina jiyanekî azad tê bikoşin."