Li Hesekê dîwana helbestvan Ferîd Cizîrî hate îmzekirin

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şahiya îmzekirina dîwana helbestvan Ferîd Cizîrî li Hesekê li dar xist.

10 mijdar 2023   21:35
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şahiya îmzekirina dîwana helbestvan Ferîd Cizîrî li Parka Xwendinê li taxa Til Hecer a Hesekê li dar xist.

Di şahiya îmzekirinê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, rewşenbîr, helbestvan, nivîskarên herêma Cizîrê û malbata helbestvan Ferîd Cizîrî beşdar bûn.

Di şahiyê de hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebûd Mexso behsa dîwana helbestvan Ferîd Cizîrî kir û wiha got: "Em vê roja îmzekirina dîwana helbestvan Ferîd Cizîrî ku li hember tevahî rewşan ruxmî temenê wî yê mezin sekiniye, pîroz dikin."

Ebûd Mexso wiha domand: "Di dîwanê de gelek wate hene; ruhê nîştimanî, şoreşgerî, hezkirina welat û tevahî rewşên rastî Ferîd Cizîrî hatine. Dîwan ji 248 rûpelan e."

Li aliyekî din jî hevlbestvan Ferîde Reşo helbestek a helbestvan Ferîd Cizîrî li ser wateya azadiyê xwend.

Her wiha helbestvan Ehmed El Huseynî jî li ser wateya azadiyê ku bi destê Kawayê Hesinkar a di pêxistina meşaleya 21′ê Adarê de pêk hatiye, helbest xwendin.

Keça helbestvan Ferîd Cizîrî Xunav Cizîrî bal kişand ser girîngiya helbestê di vê demê de û wiha got: "Helbest di vê demê de roleke mezin dilîze. Helbest tevahî aliyên jiyanê şîrove dike, hemû astengiyên li pêşberî civakê bi rêya helbestê û nivîsandinê tên aşkerakirin."

Di dawiyê de Xunav spasiya tevahî kesên beşdarî çapkirin, amadekirina dîwana helbestvan Ferîd Cizîrî bûne kir, her wiha spasiya tevahî kesên beşdarî şahiya îmzekirine bûne jî kir û ji tevahî re hêviya serkeftinê xwest.

Dûre sînevîzyonek li ser jiyana helbestvan Ferîd Cizîrî bi rêya dîmenekê li ser xwe diaxive ku behsa girîngiya mezin a nivîsandin û helbestê dike hate pêşkêşkirin.

Di dawiyêd de malbata helbestvan Ferîd Cizîrî hate xelatkirin, pirtûk li beşdaran hatin belavkirin. Ji ber ku helbestvan Ferîd Cizîrî ji ber rewşa xwe ya tenduristî nikarî beşdar bibûya, malbatê dîwan îmze kir.

(fr)