Dewleta Tirk gundekî Dihokê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundê Sergelê yê navçeya Amediyê ya Dihokê bombebaran kir û di encamê de şewateke mezin derket. Gel banga alîkariya lezgîn kir.

Dewleta Tirk gundekî Dihokê bombebaran kir
4 tîrmeh 2024   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate gotin ku artêşa Tirk a dagirker gundê Sergelê yê navçeya Amediyê ya Duhokê bombe kir û di encama bombebaranê de şewatek mezin derket. Her wiha hate diyarkirin ku şewat gihaştiye malên gundiyan û ev yek gef li jiyana wan dixwe.

Gelê herêmê li dijî agir û êrîşên dewleta Tirk banga alîkariya lezgîn kir.

Ev êrîş di demeke ku dewleta Tirk a dagirker sewqiyatên mezin ên leşkerî ji bo Başûrê Kurdistanê dike de, pêk hat.

Herî dawî ji bo navçeya Amediyê sewqiyeteke mezin a leşkerî hatibû kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî bêdengiya Bexda û Hewlêrê êdî sînor nasnake, li Dihokê noqteyên kontrole daniye, nasnameya welatiyan kontrol dike û gelek gund bi zorê da valakirin.