Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Abdullah Ocalan

Di semînera bi navê, “Têkiliya Rêber Abdullah Ocalan a bi pêkate, ol û baweriyan re” de, hat diyar kirin ku divê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê têbikoşin.

Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Abdullah Ocalan
Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Abdullah Ocalan
Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Abdullah Ocalan
Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Abdullah Ocalan
Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Abdullah Ocalan
Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Abdullah Ocalan
Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Abdullah Ocalan
Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Abdullah Ocalan
Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Abdullah Ocalan
Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Abdullah Ocalan
Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Abdullah Ocalan
Ji Meclisa Ermeniyan semînera têkildarî Rêber Abdullah Ocalan
4 tîrmeh 2024   16:13
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” Meclisa Civakî ya Ermenî bi navê “Têkiliya Rêber Abdullah Ocalan bi hemû pêkhate, ol û baweriyan re” li Bexçeyê Xwendinê yê li Qamişlo semînerek lidar xist. 

Rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), endamên Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Kongra Star, Kongra Îslama Demokratîk û saziyên civaka sivîl beşdarî semînerê bûn.

`DI DILÊ ÊZDIYAN DE HEZKIRINA RÊBER OCALAN HEYE`

Piştî deqeya rêzgirtinê, Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzdî Hediya Şemo axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberekî Kurdan e, ew bi fikra xwe civaka Êzdî li ser berevanî û parastina baweriyê wan hişyarkiriye, hezkirina wî di dilê Êzdiyan de ye, Rêber Abdullah Ocalan beriya rûdana komkujiya bi destê DAIŞ`ê li Şengalê (2014) ew bi nameyekê daxwaza parastina Êzdiyan li Şengalê kir û wiha pê de çû: “Divê em bi yek destî li hemberî siyaseta dewleta Tirk rawestin, komploya li dijî Rêber Ocalan li dijî hemû pêkhateyan e, em soz didin ku heta dawiyê bi rêberê xwe re dilsoz bin.”

Cîgirê Hevserokatiya Kongra Îslama Demokratîk Mazin Harûnî jî axivî û da zanîn ku nirxandin û analîzên Rêber Abdullah Ocalan li ser wateyên manewî yên ol û pêxembera ne, fêmkirina aliyê wan ên civakî ye, ew dibîne ku pêxember ji bo têkbirina zilmê hatine, li ser esasê wê jî fikreya Îslama demokratîk pêşinyarkiriye û wiha dom kir: “Rêber Ocalan bang li pêkanîna cewherê olan dike, reşkirin an dûrketina ji sîfetên xwedayî xiyaneta li heman olê dibîne, li ser vê jî mînaka berbiçav DAIŞ`ê ye û reşkirina wê ya ji Îslamê re ye.”

Berpirsê Perwerde û Rêxistinkirinê yê Meclisa Civakî ya Ermenî ya Qamişlo Hena Somê axivî û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ola Xiristiyanî wekî oleke ku hatiye feqîr û koleyan ji zilmê xilas bike dibîne, di parêznameyên xwe de zîhniyeta kapîtalîzim wekî faktorek ji bo hevxistina olan pênase kiriye. Jiyîna Ermen, Kurd û Suryan-Kildan-Asûriyan bi hev re bi biratî mînak nîşan daye, cihê Rêber Abdullah Ocalan di fikr û dilê Ermenan de ye.

TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER ABDULLAH OCALAN SÛCEKE SERDEMÎ YE

Piştî axaftinê beşdarvanan diyar kir ku fikra Rêber Abdullah Ocalan ji bo olan qonaxeke nû ye, fikra wî ji bo hemû pirsgirêkên ku li cîhanê rû didin çareseriye. Girtin û dewamkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan sûceke serdemî ye.

Serokê Meclisa Êla El-Tey û Endamê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen El-Ferhan El-Ebdulrehman jî axivî û da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan peyama xwe ya mirovahiyê gihandiye hemû pêkhateyan, ji bo parastina projeya netewa demokratîk ji hemûyan tê xwestin ku ew li hemberî xerabkaran rawestin.

Lêkolînerê Siyasî û Berpirsê Têkiliyên Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çûlê axivî û bal kişand ser girîngiya felsefeya netewa demokratîk ji bo gelan û da zanîn ku gel bi rehendên wê dikarin jiyaneke bi wate di milê siyasî, jîngeh, aborî, jin û hwd de bijî. Netewa demokratîk ji bo netewan derfeteke ku xwe ji qonaxa heyî derbasî qonaxeke din bikin, dûrî navendiya dewletan bikevin, her wiha di pergala konfedralîzma demokratîk de hemû pêkhate wekî hev dikarin cih bigirin û mafê xwe bidest bixin, ew pergal ji bo çareserkirina hemû pisgirkên Rojhilata Navîn nimûne ye.

Her wiha Berdevkê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur jî axivî û destnîşan kir ku lidarxistina çalakiyekê ji bo Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê pêkhateya Ermen ve gaveke pîroz û girînge. Ferzende Munzur bal kişand ser kampanya navneteweyî ya banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Ew kampanî belav dibe, ew dozeke mirovî, siyasî û hiqûqî ye.”

Di dawiya semînerê de beşdaran pêşniyar kir ku divê kampanya navneteweyî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibe civakî û derbasî hemû malan bibe. Daxwaz ji pêkhateyan kir li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bike.

(ekîb)

ANHA