‘Rêbertî hêviya guhertinê ye’

Di meşa li Çelebiyê de meşvanan teqezî bi girîngiya bilindkirina têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

‘Rêbertî hêviya guhertinê ye’
‘Rêbertî hêviya guhertinê ye’
‘Rêbertî hêviya guhertinê ye’
‘Rêbertî hêviya guhertinê ye’
‘Rêbertî hêviya guhertinê ye’
‘Rêbertî hêviya guhertinê ye’
‘Rêbertî hêviya guhertinê ye’
4 tîrmeh 2024   14:36
EYN ÎSA

Îro şêniyên bajarê Çelebiyê yê kantona Firatê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, bi meşekê şermezar kir.

Girseya gel ji pêşiya navenda Kongra Star dest bi meşê kir û ber bi Çerxerêya Şehîd Gelhat ve bi rê ket. Li wir berdevka Kongra Star a bajêr Sosin El Elî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Divê rêxistinên mirovî li hemberî rewşa Rêber Abdullah Ocalan xwedî li berpirsyariya xwe derkevin."

Sosin El Elî teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşîna gelên herêmê kir û got Rêber Abdullah Ocalan hêviya pêkanîna guhertinê ye.

(mh)

ANHA