Şehîd Xelef Diyab hat oxirkirin
Şêniyên Şedadê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Xelef Diyab oxir kir.
Şêniyên Şedadê, malbatên şehîdan û endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Xelef Diyab li Goristana Şehîdan a Şedadê spart axê.
Di merasîma veşartinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Seher Ebdilhelîm sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Em îro bi dilşewat û xemgînî cenazeyê şehîd Mihemed vedişêrin. Şehîd kesên herî bi rûmet û pak in ku canê xwe ji bo welatê xwe feda dikin.”
Ji rêveberên Trafîkê Ebdilîlah El Salih jî got: “Şehîd Mihemed ji bo axa xwe, ewlehiya welatê xwe canê xwe feda kir û gihaşt şehadetê. Em tu carî fedakariya şehîd Mihemed û hevalên wî ji bîr nakin û em soz didin ku rêya wan ya têkoşînê bidomînin da ku bigihêjin serkeftinê.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê radestî malbata şehîd hate kirin û şehîd spartin axê.
)XF/LM)
ANHA