Aloziya Sûriyeyê û hilbijartinên Başûrê Kurdistanê rojevên rojnameyên erebî ne

Armancên dewleta Tirk a dagirker ji vekirina deriyê sînor ê Ebû Zendîn û hilbijartinên parlamentoya Başûrê Kurdistanê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Aloziya Sûriyeyê û hilbijartinên Başûrê Kurdistanê rojevên rojnameyên erebî ne
31 tebax, 2024   11:30
NAVENDA NÛÇEAN

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser vekirina deriyê sînor ê Ebû Zendîn û bandorên wê.

Rojnameyê diyar kir ku vekirina deriyê sînor ê Ebû Zendîn ê di navbera herêmên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, xwe dispêre 3 xalan. Hate gotin, têkildarî xala yekemîn, vekirina deriyê Ebû Zendîn ji aborî zêdetir siyasî ye û wiha hat domandin: “Vekirina derî di çarçoveya lihevkirin û peymanên Rûsya-Tirkiyeyê de pêk hat. Vekirina derî peyamên siyasî yên veşartî û yên aşkera dide aliyên navxweyî û yên herêmê yên destwerdanê li rewşa Sûriyeyê dikin."

Der heqê xala duyemîn de jî hate destnîşankirin ku divê bandorên erênî û neyînî yên vekirina derî werin nirxandin û wiha hat domandin: “Eger vekirina derî destkeftiyên siyasî yên berçav û garantiyên ewlehiyê yên rasteqîne nede, dê encamên wê xirab bin. Dê metirsiyên ku ev derî bibe destpêka rêza tenazulên siyasî û ewlehiyê zêdetir bikin û li şûna ku gef û zextên li ser muxalefetê kêm bike, dê zêdetir bikin.”

Li gorî rojnameyê xala sêyemîn jî; li herêmên dagirkirî saziyeke sûriyeyî nîn e ku li mijara vekirina derî bi dîtineke sûriyeyî ya nîştimanî binêre û hate gotin, sedema vê yekê aliyên li van herêman jî girêdayî çeteyan in.

‘EL EREB: DI PROPAGANDEYA HILBIJARTINÊN KURDISTANA IRAQÊ DE PEYDAKIRINA DERFETÊN KAR DI SAZIYÊN HIKUMETÊ DE’

Rojnameya El Ereb cih da hilbijartinên parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku dê 20’ê Cotmeha îsal pêk werin.

Di nûçeyê de hate gotin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinên bê dest bi propagandayê kiriye. Rojnameyê diyar kir ku rayedarê PDK’ê Mesrûr Barzanî biryar daye ku bi hezaran mamosteyan bi rêya girêbestan tayîd bike û bi armanca qezencan bi dest bixe ev biryar hatiye dayîn.

(bb)