Di êrişên Tebaxê yên li ser Minbicê de 11 sivîl birîndar bûn

Di êrişên meha Tebaxê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê 11 sivîl birîndar bûn.

Di êrişên Tebaxê yên li ser Minbicê de 11 sivîl birîndar bûn
31 tebax, 2024   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya "Facebook" weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişên meha Tebaxa yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Minbicê de jin û zarok jî di nav de 11 sivîl birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa dagirker û çeteyên wê di Tebaxê de bi 842 guleyên obîs û hawanan êrişî kantonê kirin.

(bb)

ANHA