Festîvala Çandê-Beşa Helbestê taloqî Îlonê bû

Festîvala Çandê-Beşa Helbestê ya ku ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê ve tê birêxistinkirin, dê di Îlonê de li dar bikeve.

Festîvala Çandê-Beşa Helbestê taloqî Îlonê bû
31 tebax, 2024   11:16
QAMISLO

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê ji Hezîranê (2024) de ji bo lidarxistina Festîvala Çandê-Beşa Helbestê amadekariyan dike. Komîteya amadekar agahî dabûn ku dê Festîvala Çandê-Beşa Helbestê di Tebaxê de were lidarxistin.

FESTÎVAL TALOQ BÛ

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Ebûd Mexso diyar kir ku ji ber ku komîteya nirxandina helbestan ji bo temamkirina nirxandinên xwe rojên din xwestin, her wiha di rojên destpêkê yên Îlonê de festîvalên din li herêmê hene, wan festîval taloqî meha Îlonê kiriye.

Li gorî agahiyên Mexso dane, Festîvala Çandê-Beşa Helbestê 13, 14 û 15`ê Îlonê ye û dê li Baxçeyê Xwendinê yê li Qamişloyê li dar bikeve.

Di pêşbirka helbestan a festîvalê de dê 3 helbestvanên serkeftî û rexnegirek bên xelatkirin.

(sb)

ANHA