Li Til Birakê dewreya yekemîn a mamosteyan bi dawî bû

Akademiya Şehîd Ebîr a bajarê Til Birakê perwerdeya yekemîn a mamosteyan bi şahiyekê qedand. Dewre meheke û nîv dirêj kiribû.

Li Til Birakê dewreya yekemîn a mamosteyan bi dawî bû
Li Til Birakê dewreya yekemîn a mamosteyan bi dawî bû
Li Til Birakê dewreya yekemîn a mamosteyan bi dawî bû
Li Til Birakê dewreya yekemîn a mamosteyan bi dawî bû
Li Til Birakê dewreya yekemîn a mamosteyan bi dawî bû
26 tebax, 2025   17:06
HESEKÊ

Akademiya Şehîd Ebîr a bajarê Til Birak ê kantona Cizîrê, bi şahiyekê dewreyeke perwerdeyê ya mamosteyan bi dawî kir.

Di şahiyê de bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, malbatên şehîd Ebîr El Xilêf hazir bûn ku li hola Navenda Çand û Hunerê ya rojavayê bajêr hate lidarxistin.

40 mamoste tev li perwerdeyê bûn û heta meheke û nîv ji aliyê pirsporan ve, semîner ji wan re hate dayîn. Naveroka semîneran li ser pergala perwerdeyê, birêxistinkirina dibistanan, padegûjî û derfetên pêşxistina metaryalan bûn. 

Hevseroka Komîteya Rêveberiya Dibistanan a bajarê Til Birakê Necle Xidir axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Necla wiha domand: “Em îro beşa yekemîn a mamosteyan pîroz dikin. Em hêvî dikin ku bi wan em siberojeke geşkirî bi rêya perwerdekirina zarokên me bi dest bixin. Zarok hêviya me ne û em ji bo wan çi fedakarî bê xwestin dikin.”

Piştre mamsoteyê bi navê Welîd El Xefo axivî û spasiya mamsoteyan kir û got; “Em bawer in ku civak bi zanîn û zanistê bi pêş dikeve. Bi hevkariya me bi hev re û îsrara me, em dikarin zanistê bigihînin asta herî bilind ku pê serê xwe bilind bikin.”

Mamosteya bi navê Hindirîn Sadûn jî hêviya pêşketinê û serkeftinê ji her kesî re xwest û rola mamosteyên jin di pêşxistina civakan de, silav kir.

Di şahiyê de, Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Til birakê xelateke sembolîk diyarî malbata şehîd Ebîr kir. Dûre bawernameyên derçûnê li 40 mamosteyan hatin belavkirin.

Tê destnîşankirin ku Ebîr El Xilêf bi endamê Meclisa bajarê Til Birakê Basim Şedadê û endamê Meclisa Rûspiyan Ehmed El Temî re, 21`ê Kanûna 2024`an di bombebarana droneke dewleta Tirk de li ser rêya Til Birak-Hol dema ji karê xwe vedigerîn, şehîd bûn.

(şx)

ANHA