Li ser rêya Siwêda û Derayê êrişa çekdarî

Li bakurê Siwêdayê li ser rêya Msîfre-Kehîl a Derayê çekdaran êriş 2 erebeyan kirin û di encamê de kesek hate kuştin û yek din jî birîndar bû.

Li ser rêya Siwêda û Derayê êrişa çekdarî
26 tebax, 2025   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişê de kesê hatiye kuştin ji gundê Til Esfer ê bakurê Siwêdayê ye û yekî din birîndar bû. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku kesên êriş wan hatiye kirin, 2 erebeyên fêkîbarkirî diajotin û ji Siwêdayê dibirin Derayê. Êriş li herêma di bin kontrola hêzên Hikumeta Şamê û komên çekdar ên girêdayî wê de pêk hatiye.

Ev rê di vê dawiyê de bûye ya herî xetere ji ber ku hertim bûyerên revandin û şêlandinê tê de rû didin. Di piraniya wan bûyeran de şêniyên Siwêdayê yên ji Şamê vedigerin bajarê xwe têne hedefgirtin. Bûyera herî balkêş, revandina otobusekê bû ku jin û zarok tê de hebûn.

(şx)