Siyasetmedaran bang li Tirkiyê kir: Gavên şênber ber bi aştiyê ve bavêje

Siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku divê rayedarên Tirkiyeyê der barê Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, gavên şênber bavêjin.

Siyasetmedaran bang li Tirkiyê kir: Gavên şênber ber bi aştiyê ve bavêje
27 tebax, 2025   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Piştî Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku  Rêber Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025 an ya îsal de hatiye destpêkirin, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di kongreya xwe ya 12’mîn di 5-7’ê Gulanê de hate lidarxistin, xwe fesih kir û di 11ê Tîrmehê de 30 Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) li Başûrê Kurdistanê çekên xwe şewitandin, û peyama şewitandin çekan û tevlîbûna çalakiyên siyasî yên aştiyane dan.

Tevî ku li parlementoya Tirkiyeyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ji bo çareseriyê hatiye damezrandin, lê heta niha tu gavên şênber nehatine avêtin.

Der baê mijarê de siyasetmedar ji ajansa me re axivîn

BANGA GAVÊN ŞÊNBER

Sekreterê Giştî yê Partiya Yekitîya Ermenî Îmad Tateryan got: "Armanca banga aştiyê ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ew e ku aştiyek berfireh li seranserê Rojhilata Navîn ava bike. Lê belê, dewleta Tirk bi her awayî hewl dide ku paşve gav bavêje û bireve, wekî ku berê di salên 1993 û 2013`an de kir. Ew zîhniyetek aştiya rastîn naşopîne ku bibe egera aramiya herêmê, lê li şûna wê dixwaze bi rêya siyaseta xapandinê ji krîzên xwe bireve. "

Tateryan wih pê de çû: "Dema ku Partiya Karkerên Kurdistanê bersiva banga Rêber Apo da û agirbest ragihand, diviyabû dewleta Tirk gavên şênber bavêje ku niyeta xwe ya rastîn a aştiyê nîşan bide û asoyek nû veke ku Tirkiye û Rojhilata Navîn ber bi ewlehiyê ve bibe. Lê belê, tiştê ku em dibînin berevajî vê yekê ye, ji ber ku Enqere hewl dide ku desthiltdariya xwe li ser herêmê ferz bike. Ne tenê wilo, ew dixebite ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de nakokiyan çêbike da ku rê li her çareseriyek siyasî bigire." 

TIRKIYÊ NE AMADE YE SISTEMEKE DEMOKRATÎK BIPEJIRÎNE

Hevserokê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Hesekê Ferhan Daûd, da zanîn ku heta niha ti nîşanên şênber ji hêla Tirkiyê ve derneketine holê. Daûd got, "Rêber Apo banga xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn da destpêkirin, lê dewleta Tirkiyê, ku sed sal in bi zihniyetek tepeserker û dûrxistinê desthilatdar e, hîn jî ne amade ye sistekemek demokratîk û nenavendî ku daxwazên gelê Kurd pêk bîne, bipejirîne. "

AŞTÎ BI GAVÊN TIRKIYÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Hevseroka Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Hesekê Zehra Elî jî got, "Piştî banga aştiyê ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hat kirin, ku li qada navneteweyî bi berfirehî hate pêşwazîkirin, berpirsiyarî dikeve ser milê dewleta Tirkiyê ku gavên şênber ji bo berjewendiya gelê Kurd û hemû gelên herêmê bavêje, û ber bi pêkanîna pergalek demokratîk ve biçe. "

Siyasetmedaran û kesayetên civakî destnîşan kirin ku divê desthilata Tirkiyê gavên şênber bavêje û nîşan bide ku ew dixwaze pêşvajoya aştiyê ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, dewam bike.

(k)

ANHA