Ajokarên veguhastina giştî yên Çilaxayê derketin xwepêşandanê

Li bajarê Çilaxayê ajokarên veguhastina giştî derketin xwepêşandanê û dibêjin “Mazota me nadin me.”

Ajokarên veguhastina giştî yên Çilaxayê derketin xwepêşandanê
Ajokarên veguhastina giştî yên Çilaxayê derketin xwepêşandanê
Ajokarên veguhastina giştî yên Çilaxayê derketin xwepêşandanê
Ajokarên veguhastina giştî yên Çilaxayê derketin xwepêşandanê
Ajokarên veguhastina giştî yên Çilaxayê derketin xwepêşandanê
Ajokarên veguhastina giştî yên Çilaxayê derketin xwepêşandanê
22 tîrmeh, 2026   13:35
QAMIŞLO

Ajokarên veguhastina giştî yên bajarê Çilaxayê îro derneketin kar. Piştî wê li Qada Şehîd Masûm a bajarê Çilaxayê derketin xwepêşandanê. Di xwepêşandanê de gotin ajokarên bajarê Dêrik, Girke Legê, Tirbespiyê û Qamişlo para xwe ya mazotê 300 lître girtiye, lê hîna wan para xwe ya mazotê negirtine.

Di xwepêşandanê de ajokarê bi navê Semîr Elî axivî û got ajokarên bajarê Çilaxayê bi Sendîkaya Ajokaran a bajarê Çilaxayê ve girêdayî ne. Sendîka gelek caran çûye gel Gerînendetiya Sotemeniyê ya Çilaxa û Qamişloyê lê heyanî niha para wan a mazotê nedane.

Her wiha Elî got: “Giştî sendîkayên li Dêrikê, Qamişlo, Girke Legê û Tirbespiyê para xwe ya mazotê girtine, tenê Sendîkaya Çilaxayê para xwe ya mazotê negirtiye. Ji ber vê yekê em îro nexebitîn û me daxwaza para xwe ya mazotê kir. Em ji aliyên têkildar dixwazin ku mazota me jî bidin me.”

Ajokar Îbrahîm Ehmed jî got: "Ev demeke ajoker neçar dimînin ku ji bazara reş mazotê biha bikirin. Li bazara reş lîtreyek mazot bi 13 hezar lîreyê Sûriyeyê û em bermîlekê derdora 200 dolarî dikirin. Em weke ajokar nikarin kirêya rê zêde bikin û barê me gelekî giran bûye.”

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Çilaxayê ji ajansa me re axivî û got: “Miqdara mazota ku didin bajarê Çilaxayê sînordar e û têrê nake. Ji ber vê yekê belavkirina mazota ajokerên veguhastina giştî dereng ma ye. Sendîkayên Veguhastinê yên bajarên dîtir di depoyên wan de mazot hebû ji ber vê yekê dikarîbûn beşek ji mazota ajokeran bidin lê li gel me Çilaxayê mazot di depoyan de nîn e û hejmara erebeyan derdora 250 erebeyê ye. Ji ber vê hejmara zêde ya erebeyan mazot di depoyên me de nîn e. Em bi Gerînendetiya Sotemeniyê ya Cizîrê re axivîn da ku miqdara mazotê didin, me zêde bikin û em ê mazotê li ser ajokeran belav bikin.”

(np)

ANHA