Ajansa me diyardeya "Superheyvê" şopand

Ajansa me (ANHA) diyardeya "Superheyvê" ya ku li asîmanê Sûriye û cîhanê ji rewşa xwe ya asayî mezintir û şewqtir xuya dike, şopand.

Ajansa me diyardeya "Superheyvê" şopand
5 mijdar, 2025   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro heyv nêzîkî erdê dibe û digihîje rêya herî dûr a orbîta xwe ya elîptîk. Ev bûyerek astronomîk a kêmdîtî ye, ku wekî "superheyv" tê zanîn. Di vê bûyerê de heyv ji ber vê nêzîkbûnê ji ya asayî geştir û mezintir xuya dike.

Ajansa me ev diyarde bi kişandina wêneyan şopand. Ev diyarde di encama qonaxa heyva temam de bi gihîştina xala perîjeyê ya heyvê re hevdem dibe. Ev xal di orbîta wê ya elîptîk û ne-dorhêlî de xala herî nêzîkî Erdê ye, çêdibe.

Heyv di vê rewşê de bi rêjeya ji sedî 7 ji ya asayî mezintir e û nêzî ji sedî 30 bi hevrûkirina heyva temam a asayî şewqtir e. Rûbera di navbera heyvê û navendê erdê de nêzî 356, 800 kîlometre ye.

(fr)

ANHA