Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê

Li kantonên Cizîr û Firatê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, dê şahiyên pîrozbahiya 27’ê Mijdarê (salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê- PKK), şano û Festîvala Melodiyên Payîzê ya 4’emîn bên lidarxistin.

Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
21 mijdar, 2025   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Bername û çalakiyên çand-hunerî yên ku di nava civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê de cihekî girîng digirin, her hefteyê li cihên cuda pêşkêşî gel tên kirin. 

Bernameyên ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Hîlala Zêrîn û Saziya Yekpar ve tên organîzekirin, li bajarên kantona Firatê, kantona Cizîrê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ne.

* Li kantonên Firat û Cizîrê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şahiyên pîrozbahiya 27’ê Mijdarê, roja damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tên lidarxistin.

* Koma Şehîd Yusra ya Xweser a girêdayî Hîlala Zêrîn dê li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê, şanoya bi navê “Jin derewa nake”, 25’ê Mijdarê pêşkêş bike.

* Dê Saziya Yekpar Festîvala Melodiyên Payîzê ya 4’emîn, 24’ê Mijdarê de li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê li dar bixe. Festîval dê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo pêk bê.

(bî)

ANHA