Peyamên Îsraîlê ji başûrê Sûriyeyê û rewşa Iraqê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de bal kişandin ser gera serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya li başûrê Sûriyeyê, tifaqa di navbera Erebistana Siûdî û DYA’yê, her wiha senaryoyên piştî hilbijartinên Iraqê.

Peyamên Îsraîlê ji başûrê Sûriyeyê û rewşa Iraqê rojevên rojnameyên erebî ne
21 mijdar, 2025   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Quds El Erebî cih da gera Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu fermandarên leşkerî, îstîxbaratî û dîplomatîk ên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê. Rojnameyê ev ger wekî gaveke siyasî û stratejîk a bêhempa nirxand û diyar kir ku ’’armanca gerê nirxandina amadebûna leşkerî li eniya bakur û dayîna peyamên ewlehiyê yên zelal bû, nemaze di derbarê parastina civakên Durzî yên li herêmê de.’’

Rojnameyê diyar kir ku ev pêşketin piştî têkçûna dan û standinên di navbera Tel Aviv û Şamê de yên der barê vekişîna Îsraîlê ji başûr de pêk hat û wiha domand "Îsraîl vekişînê bi peymaneke aştiyê ve girêdide, di heman demê de Şam israr dike ku vegere sînorên berî Kanûna 2024’an.’’

CÎHANA ÇARESERIYAN

Rojnamey Şerq El Ewsat jî cih da atmosfêra serdana qiralê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman bo Washingtonê û têkiliyên wan jî wekî hevalbendekî stratejîk li derveyî çarçoveya NATO’yê destnîşan kir.

Rojnameyê diyar kir ku peymanên ku di dema serdanê de hatine îmzekirin "bi zimanê pêşerojê hatine nivîsandin". Her wiha destnîşan kir ku  Washingtonê xwe di nav hevpeymaniyeke berfireh de ku siyaset, aborî û zanistê dihewîne, bi erkên zelal ve girêdaye.

Rojnameyê îşaret pê kir ku serokan ji mijara dewleta Filistînê bigire heya zekaya çêkerî û dosyaya Sûdanê, dîsa jî veberhênanên mezin ên ku têne hêvîkirin nîqaş kirin. Hate gotin, dosyayên di serdanê de hatine nîqaşkirin, berê qet di navbera serokekî amerîkî û rêberekî Ereb de bi vî rengî kûr nehatine nîqaşkirin.

’SENARYOYÊN KOMPLEKS PIŞTÎ HILBIJARTINÊN IRAQÊ’

Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser pêşketinên piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê û destnîşan kir ku biryara Dadgeha Bilind a Federal a ku 11’ê Mijdarê wekî bidawîbûna dema parlemento û hikûmetê ragihand, hesabên hêzên siyasî yên sereke serûbin kiriye.

 Li gorî rojnameyê ’’Biryarê her du hevpeymaniyên Şîe yên herî mezin - Çarçoveya Hemahengiyê ya bi serokatiya Nûrî Malikî û Hevpeymaniya Avakirin û Pêşvebirinê ya bi serokatiya Mihemed Şîa Malikî- neçar kiriye ku di nav sê senaryoyên sereke de, ji bo avakirina bloka herî mezin a parlementoyê, bikevin pêşbirkek dijwar:

Yekem: Çarçoveya Hemahengiyê ber bi îzolekirina Malikî û avakirina bloka herî mezin bi rêya hevpeymaniyên bi partiyên Sunnî û Şîe re diçe.

Duyem: Sudanî hewl dide hevpeymaniyek mezhebî ava bike ku tevgerên Şîe, Sunnî û Kurdî di nav xwe de bigire  da ku piraniyek misoger bike.

Sêyem: Vegera Malikî bo Çarçoveya Hemahengiyê bi şertên ku El Malikî ferz bike. Ev jî senaryoyekê hevsengiyên herêmî yên aloz di navbera bandora Amerîkî û Îranê de nîşan dide.

Rojname destnîşan dike ku ’’peymana ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve hatiye ragihandin, ku xwe wekî blokek mezintir nîşan dide, nîvê rêya avakirina hikûmetê ye. Lê hilbijartina serokwezîrê nû di qonaxa pêş de astengiya herî dijwar dimîne.’’

(bb)