Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê

Li kantona Cizîrê vê hefteyê dê li bajarên Girgê Legê û Tirbespiyê konserên ji bo piştgiriya bi QSD’ê re û li bajarê Qamişloyê jî Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava ya 5’emîn bên lidarxistin.

Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
7 mijdar, 2025   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Bername û çalakiyên çand-hunerî yên ku di nava civaka Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de cihekî girîng digirin, her hefteyê li cihên cuda pêşkêşî gel tên kirin. 

Bernameyên ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ve tên organîzekirin, vê hefteyê li Girgê Legê, Tirbespiyê û Qamişloyê ne.

* Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), wê îro 7ˊê Mijdarê (2025), li bajarê Tirbespiyê konserek were bi beşdariya hunermend Baran, Sumeya, Danîş û Tariq saet di 16.00ˊan de were lidarxistin.

* Dê di 10’ê Mijdarê (2025) li bajarê Girgê Legê konserek were lidarxistin. Konser dê di demjimêr 16.00’an were dayîn. Di konserê de dê hunermed Selman, Rewşen, Bavê Emîn, Teleb stranan bêjin.

* Komîna Fîlm a Rojava dê 13-20’ê Mijdarê de li bajarê Qamişloyê Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava ya 5’emîn organîze bike. Dê mîhrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û Navenda Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê TEV-ÇAND’ê bê lidarxistin.

(bî/fr)

ANHA