Şaredariyeke Fransayê hemwelatiya rûmetê da Nergîs Mihemedî

Şaredariya Annecy ya Fransayê, ji ber xebatên wê ya di pêşvebirina mafên mirovan de, hemwelatiya rûmetê da çalakvana mafên mirovan Nergîs Mihemedî.

Şaredariyeke Fransayê hemwelatiya rûmetê da Nergîs Mihemedî
7 mijdar, 2025   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya bajarê Annecy a Fransayê, bi wesîlaya destpêka “Meha Hevgirtinê”, çalakvana mafên mirovan a Îranî û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Mihemedî  ji ber xebatên wê ya di parastina edalet, azadî û rûmeta mirovan de, hêjayî hemwelatiya rûmetê ya bajêr hate dîtin.

Xelat li ser navê Nergîs Mihemedî, ji aliyê kurê wê Elî Rehmanî û hevjînê wê aktîvîstê mafên mirovan Taghi Rehmanî ve hate wergirtin.

Weqfa Nergîs Mihemedî, der barê xelatê de daxuyanî da û wiha got: “Weqfa Nergîs Mihemedî vê hewildana hêja bi kêyfxweşiyek mezin pêşwazî dike û vê yekê mîna nîşanek piştgiriya gerdûnî ya ji bo mafên mirovan li Îranê û Narges Mohammadî jî di nav de xebata aktîvîstan ji bo parastina edalet, azadî û rûmeta mirovan dibîne.

Em wek Weqfa Nergîs Mihemedî, bi dilgermî spasiya rayedar û gelê Annecy dikin û peyama zelal a hevgirtinê ya gelê Annecy û şaredarê rêzdar a bi aktîvîstên mafên mirovan re li Îranê bi awayekî kêyfxweş pêşwazî dikin.