Di rojnameyên erebî de têkçûna plana aştiyê û pêşbaziya çekên nukleerî

Li gorî çavdêran, têkçûna qonaxa duyemîn a plana aştiyê ya Xezayê bandora sînorkirî ya DYA’yê û têkçûna rêbaza wê ya çareserkirina nakokiya Filistîn-Îsraîlê nîşan dide. Krîza avê ya li Iraqê kûrahiya pirsgirêkên têkildarî serweriyê aşkera dike. Pêşketinên piştî civîna bilind a DYA-Çînê û ji nû ve destpêkirina ceribandinên nukleerî yên DYA’yê nîşan didin ku îhtîmala zêdebûna pêşbaziya çekan di navbera hêzên mezin de heye.

Di rojnameyên erebî de têkçûna plana aştiyê û pêşbaziya çekên nukleerî
7 mijdar, 2025   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkçûna qonaxa duyemîn a plana aştiyê ya Xezayê, krîza avê ya Iraqê û pêşbaziya çekên nukleerî ya piştî civîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Çînê manşetên îro yên rojnameyên erebî ne.

‘PLANA TRUMP JI BO ROJA PIŞTÎ LI XEZAYÊ: ZEHMETÎ Û XETERE’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser paşketina qonaxa duyemîn a plana Trump a ji bo bidawîkirina şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê. Rojnameyê diyar kir ku pêla serdanên rayedarên payebilind ên DYA’yê bo Tel Avîvê di pêkanîna serkeftina nisbî ya qonaxa yekem a agirbest û pevguhertina dîlgirtiyan de têk çû.

Rojnameyê îşaret pê kir ku plan ji ber 3 sedemên sereke ji aliyê Filistîn û cîhana erebî ve tê redkirin û wiha nivîsand: “Parçebûnê di navbera Xeza û Şerîda Rojava de xurt dike, hêzên biyanî li Xezayê bi cih dike. Her wiha aliyê siyasî yê nakokiyê paşguh dike anku di çarçoveya pirsgirkên mirovî û aborî de sînordar dike. Di heman demê de destnîşan dike ku Îsraîl hewl dide bêyî beşdarkirina desthilata Filistînê modela Şerîda Rojava li Xezayê pêk bîne. Ev yek parçebûnê kûrtir dike û sîwaneke nû dide dagirkeriyê.”

Rojnameyê destnîşan kir ku paşguhkirina mafên siyasî yên filistîniyan û mafê wan ê diyarkirina çarenûsê dê herêmê di nava bêîstîqrariyê de bihêle û “dê li şûna çareseriya ‘du dewletan’ bibe sedema xurtkirina dewleteke apartheidê”.

‘PEYMANA AVÊ YA IRAQ Û TIRKIYEYÊ: GAVEKE HEVKARIYÊ YAN TAWÎZDAYÎNA SERWERIYA LI SER AVÊ?’

Rojnameya El Ereb cih da pirsgirêka avê ya li Iraqê û kêmbûna asta ava çemên Dîcle û Firatê. Her wiha bal kişand ser peymana nû ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ji bo rêveberiya avê. Rojnameyê diyar kir ku ev peyman çavdêriya teknîk a berdana avê û projeyên binesaziyê yên li Iraqê ji bo 5 salan dide Enqereyê.

Rojnameyê cih da aliyên aborî û siyasî yên peymanê û ev nivîsand: “Peyman fînansekirina projeyên avê bi rêya şîrketên Tirkan, zêdekirina bazirganiyê bo 30 milyar dolarî û beşek ji deynê Iraqê dixe. Lênebûna zelaliyê di hûrgiliyên peymanê de, nemaze der barê parên avê û lêçûnên darayî de, pirs û fikaran derdixe holê ku hevkariya teknîk dikare veguhere girêdayîbûna teknîk an jî bandora Tirkiyeyê ya zêde.”

Rojnameyê di heman demê de krîza avê ya Iraqê spart lawaziya plangeriya nîştimanî ya Iraqê û paşketina sektorên çandinî û pîşesaziyê û da zanîn ku ji ber van sedeman Iraq xwe dispêre lihevkirinên bi derve re. Rojnameyê diyar kir ku siberoja ewlehiya avê û serweriya aborî ya Iraqê dê girêdayî hêza Iraqê ya çêkirina hevsengiyê di navbera hevkariya herêmî û avakirina stratejîyeke serbixwe ya neteweyî ya avê de be.

CIVÎNA DYA-ÇÎNÊ Û RÎSKA PÊŞBIRKA ÇEKÊN NUKLEER

Rojnameya El Xelîc jî cih da civîna di navbera serokê DYA’yê Donald Trump û serokê Çînê Xi Jinping de ku li bajarê Busan ê Koreya Başûr hatibû lidarxistin. Rojnameyê diyar kir ku tevî serketinên aborî yên sînordar ên ku ji encamên vê civînê derketine, lê nîşaneyên metirsîdar hene ku nakokiya jeopolîtîk di navbera Washington, Pekîn û Moskovê de çêbe.

Li gorî rojnameyê, tevî ku Turmp pesnê civînê da û bi serketî bi nav kir, lê wî piştre bi ragihandina ji nû ve destpêkirina ceribandina nukleerî ya DYA’yê ji bo cara yekem ji 3 salan ve, krîzeke nukleerî ya potansiyel derxist holê. Hate gotin Trump ev gava xwe bi îdiaya ku "Rûsya û Çîn bi awayekî veşartî diceribînin " rewa kir. Moskov û Pekînê li hemberî van daxuyaniyan bertekên tund nîşan dan.

Rojname diyar kir ku ev gava DYA’yê dibe sedema pêşbirkeke nû ya çekên nukleer, nemaze ji ber ku DYA ji sala 1996’an ve îmzekerê Peymana Berfireh a Qedexekirina Ceribandinên Nukleerê ye.

Rojnameyê bi bîr xist ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov got eger Washington peymanê binpê bike, dê Moskov bersivê bide, nemaze di demekê de ku Moskov ya pêşxistina mûşekên nukleer ên pêşkeftî ragihand. Hate gotin biryara Trump ku dê mûşekên ’Tomahawk ên dûrmenzîl’ bide Ukraynayê, wê ji helwesteke parastinê vediguherîne helwesteke êrişkar a li dijî Rûsyayê.

Rojnameyê îşaret pê kir ku ev geşedan nîşan dide ku cîhan ber bi pêvajoyeke nû ya pêşbirka çekên nukleer ve diçe û metirsiyên ku şerê sar û xetereya şerekî cîhanê yê berfireh çêbe, radixe ber çavan.

(bb)