Hêviyên ji cejna Remezanê: Aştî û aramî

Şêniyên bajarên Tirbespiyê û Çilaxayê bi boneya cejna Remezanê hêviyên xwe anîn ziman û diyar kir ku ew bi hêvî ne ku îsal bibe sala hezkirin, aramî, aştî û yekitiya pêkhateyan.

Hêviyên ji cejna Remezanê: Aştî û aramî
21 adar, 2026   04:35
QAMIŞLO

Şêniyên bajarên Tirbesiyê û Çilaxa hêviyên xwe yên ji cejna Remezanê re bi me re parve kirin.

Beşîr Mehmûd ê ji Tirbespiyê diyar kir ku hêviya wan ên ji cejnê ew e ku ewlehî û aştiyê li Sûriyeyê pêk werin, şer bi dawî bibe û hezkirin û yekitî di navbera pêkhateyan de çêbe. Mehmûd her wiha anî ziman ku hêviya wan a îsal jî yekitiya neteweyî ya Kurdan e da ku hêviyên gelê Kurd ên jiyaneke azad û aştiyane pêk werin.

Mihemed Gazî ê ji pêkhateyê Ereb ê heman bajarî ye destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê bi hemû netewe û baweriyan ji salan ve bi hev re dijîn bêyî ku ferq û cudabûn hebe. Her wiha anî ziman ku bi hatine vê cejnê re têkiliyên civakî û hevgirtina wan a li hemberî hewldanên fitne û belavkirina gotinên kîndariyê nûjen dibin.

Fewaz Şatir ê ji bajarê Çilaxayê, cejna Remezanê li tevahî gelên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku aştî û ewlehî li Rojava û Sûriyeyê pêk werin, dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî de werin berdan û kêfxweşiyê bikeve dilê her kesî.

Etiya Hacî ya ji Çilaxayê jî hêvî kir ku cejna Remezan û Newroz bibin wesîleya xêr û aştiyê û bibe mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah û tevahî dîlgirtiyan.

Hesen Faris ê ji heman bajarî hêvî kir ku cejna Remezanê û Newroz bibin destpêka tevkariya rasteqîn a pêkhateyên Sûriyeyê li ser esasê edalet, xwişk û biratiyê, yekitiya neteweyî, bidawîbûna şer û cudakariyê.

(bb)

ANHA