Agirbesta li Xezayê û nakokiyên Bexda û Hewlêrê di rojnameyên erebî de

Li ser Hemasê zexteke navneteweyî ya zêde çêdibe da ku pêşniyara DYA’yê ya ji bo agirbesta li Xezayê qebûl bike, her wiha nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser petrol û mijarên siyasî zêde dibin.

Agirbesta li Xezayê û nakokiyên Bexda û Hewlêrê di rojnameyên erebî de
31 gulan, 2025   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro behsa geşedanên şerê li Xezayê û hewldanên agirbestê û nakokiyên siyasî û yên têkildarî petrolê yên di navbera Bexda û Hewlêrê de kir.

‘HESABÊN HEMASÊ Û PÊŞNIYARÊN DYA’YÊ’

Rojnameya El Quds El Erebî ragihand ku Hemas ketiye bin zexta pêşniyareke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) "ku hewl dide agirbesteke berfireh li Şerîaya Xezayê li ser çend qonaxan ferz bike. Ev agirbest dê bi rawestanina şer û vekişîna Îsraîlî dest pê dike û piştre dê bi rêkeftinên demdirêj ên pevguhertina girtiyan û ji nû ve avakirina Xezayê bi dawî dibe".

Lê belê tevî piştgiriya navneteweyî ya ji bo vê pêşniyarê jî, di hundirê Hemasê de nayê pejirandin û tê gotin ku di pêşniyarê de tu garantiyên rast ên rawestandina êrişên Îsraîlê yan rakirina dorpêçê tune ne.

Li gorî rojnameyê, xuya ye Hemas "hewl dide demê qezenc bike û ji hêla siyasî ve qels xuya neke", di heman demê de DYA jî hewl dide ji bo agirbestê çarçoveyeke dîplomatîk ferz bike ku Îsraîlê tengav bike, heke pêşniyar nepejirand.

Di vê rewşê de, derfeta agirbestê kêm e û tenê sivîl berdêla berdewamkirina şer didin.

‘BEXDA Û HEWLÊR: HEVKARIYEKE NAKOK’

Rojnameya El Ereb behsa peywendiyên sist ên di navbera Bexda û Hewlêrê de kir û da zanîn ku ji ber nakokiyên têkildarî petrolê û nakokiyên siyasî di navbera wan de hevkariyeke xurt nîn e. Hewlêr dibêje Bexda mûçeyên darayî bo herêmê naşîne, di heman demê de hikumeta navendî dixwaze "herêm dahatên xwe yên petrolê radestî SOMO’yê bike û ev dahat bikevin bin çavdêriya darayî ya federal."

Rojnameyê diyar kir ku ev nakokî "nahêlin têkiliyeke aram çêbe" û rewşê aloztir dikin, bi taybet ji ber "siyaseta tevlihev a li herêmê û nakokiyên navxweyî yên li ser desthilatê û dewlemendiyê.”

Rojnameyê hişyarî da ku eger ev krîz dewam bike dê bibe sedema "lihevkirinên siyasî yên berî hilbijrtinên 2011`an têk biçin û careke din senaryonên parçebûnê derkevin pêş. Her wiha rojnameyê da zanîn: "Ev şerkî li ser samanan e, lê belê ceribandinek e jî; ka dewlet dikare yekgirtî be û hesabên teng derbas bike.”