Li ser rêya Holê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Li ser rêya Holê li nêzî gundê Şelala cenazeyê ciwanekî hat dîtin.

Li ser rêya Holê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
31 gulan, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanê bi navê Mudir Îbrahîm El Omer (30) li ser rêya Holê nêzî gundê Şelala kuştî hat dîtin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, El Omer ji gundê Besîs ê bajarê Zirganê ye. Hate diyarkirin ku erebeyek pê re bûye û heya niha erebeya wî nehatiye dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

(bb)

ANHA