Di rojekê de 8 kes hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 8 kes hatine kuştin.

Di rojekê de 8 kes hatin kuştin
31 gulan, 2025   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de herî kêm 8 kes hatine kuştin.

SOHR’ê ku der barê kuştina 8 kesan de agahî parve kirine, da zanîn ku li taxên Erbiîn û Bernawî yên Hemayê komên çekdar ên nenas 2 kes kuştin, li gundewarê rojhilatê Helebê jî di encama şerê di navbera ciwanan de kesek hat kuştin.

Li gorî SOHR’ê, li gundewarê Humsê jî kesek hat revandin, piştre hat qetilkirin. Li gundewarê rojavayê Helebê jî ji ber teqandina bi şaştî ya çekê kesek hat kuştin.

Heman çavdêriyê da zanîn ku gundê Şelala yê bajarê Holê yê rojhilatê Hesekê kesek kuştî hat dîtin û li herêma Ebû Xeşeb ê gundewarê rojavayê Dêrazorê 2 kes ji aliyê komeke çekdar ve hatin kuştin.

(bb)