Çeteyan li Efrîn welatiyek revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî Efrînî ku beriya demekê ji Tirkiyeyê hatiye derxistin, revand.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh êvarê welatiyê bi navê Îmad Mistefa Xelîl ê ji gundê Holîlê yê navçeya Racoyê revand.
Li gorî agahiyan, Îmad ji mala wî ya li nêzî Çerxerêya Newrozê ya li Efrîna dagirkirî hat revandin. Îmad beriya 2 mehan ji Tirkiyeyê bi darê zorê hatibû derxistin.
(fr)