9 roj e leşkerên Tirk li ser sînorê Kobanê xendekan dikolin

Di demkê de ku komên hikumeta demkî û dewleta Tirk dorpêça li ser Kobanê didomîne, li derdora deriyê sînor ê Murşîtpinarê yê di bin çavdêriya leşkerên Tirk de xendek tên kolandin.

9 roj e leşkerên Tirk li ser sînorê Kobanê xendekan dikolin
6 sibat, 2026   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê tevî agirbest û peymanên hatine çêkirin jî dorpêça li ser Kobanê didomînin. Ji 29'ê Çileyê ve li her du aliyên deriyê sînor ê Murşîtpinarê, li nêzîkî dîwarê sînor, xendek di bin çavdêriya leşkeran de tên kolandin.

Di bin çavdêriya leşkeran de, ekskavator li kêleka dîwarê sînor xendekan dikolin û axa ji van xendekan tê derxistin gir tên çêkirin. Her çend ekskavator ji ber barana zêde du rojan hatibû sekinandin jî, îro kolandin ji nû ve dest pê kir.

Avakirina herî kêm pênc xalên kontrolê yên leşkerî ji Pirsûsê heta deriyê sînor ê Murşîtpinarê rê li ber çûn û hatina gundiyan digire. Li van xalên kontrolê yên leşkerî, nasnameyên gundiyan tên kontrolkirin.