Di êrişa li ser Siwêdayê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da 

Di êrişa li ser gundê Mecdel ê Siwêdayê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û hin jî birîdnar bûn.

Di êrişa li ser Siwêdayê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da 
6 sibat, 2026   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan, hêzên hikumeta demkî yên li gundê rojavayê Siwêdayê bi cih bûne, bi çekên giran êrişî bajarokê Mecdel ê bakurê rojavayê Siwêdayê kir, di encamê de ciwanê bi navê Ranî Basil Neîm (30) jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyan daxuyand ku li kêlek ciwanên miriye de 3 kes din jî birîdnar bûn.

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihandibû ku hêzên hikumeta demkî ji vê sibehê heta danê piştî nîvro bi doçka, hawan û dronan êrişî eniyên rojavayê Siwêdayê kirin.

Fermandariyê bi bîr xistibû ku hêzên hikumetê bi 8 guleyên hawanê yek li nava taxan ket êrişî bajarokê Mecdel kir, komekê jî hewl da bikeve bajarokê Mezreayê. Lê yekîneyên Parêzvanên Niştîmanî bersiv da van êrişan.

(ac/fr)

ANHA