Jinên Til Birak: Em têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî didomînin

Jinên bajarê Til Birak ê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi firk û felsefeya xwe azadiya wan ji wan re peyda kir. Her wiha wan soz da ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

Jinên Til Birak: Em têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî didomînin
19 cotmeh, 2024   03:10
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Hemwextî ku dewleta Tirk a dagirker ji Adara 2021'an ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan pergala êşkence û qirkirinê dide meşandin, gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asta têkoşîna xwe ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bilind dikin.

Welatiya ji bajarê Til Birak ê kantona Cizîrê Leyle Zexîn destnîşan kir ku sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî hemû qanûnên navneteweyî û nirxên mirovahiyê ne.

Leyle Zexîn diyar kir ku li hemberî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û domandina pergala êşkence û qirkirinê, ew ê jî asta têkoşîna xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilind bikin.

Leyle Zexîn wiha domand: "Tiştên ku qanûnên navneteweyî nedabû jinan, Rêbertî dan wan. Her wiha wî di hemû aliyên jiyanê de jin û mêr wekhev kirin. Ji ber wê em pabend in ku em li ser şopa wî bin û rêya şehîdan bidomînin."

Welatiya bi navê Weid Elêwî got: "Dema ku Rêber Abdullah Ocalan banga azadiya gelan kir û fikrê xwe yê azad berz kir, dewleta Tirk a dagirker ji hişyariya gelan tirsiya û ji bo pêşîgirtina li fikrên Rêbertî bi hikumetan re komplo hûnand."

Weid Elêwî destnîşan kir ku bi saya pêkanîna fikrên Rêber Abdullah Ocalan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qeyd û bendên li ser xwe şikandin û di hemû aliyên jiyanê de xwe îsbat kir û got: "Pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêbertî li dijî tevahî gelên azadîxwaz tê meşandin. Ji ber wê em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî Rêbertî û gelên herêmê xwedî li erkên xwe yên exlaqî derkevin."

Muna El Mehamîd jî wiha axivî: "Rêbertî ji tecrîda xwe 5 parêzname pêşkêşî me kirin. Ji wan pareke mezin a jinan bû. Wî di tecrîdê de jî em anîn bîra xwe. Çima em ê her tiştî ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî nekin?"

Muna El Mehamîd bang li tevahî jinên herêmê kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan asta têkoşînê bilind bikin.

(mh)

ANHA