60 hezar ton tovê genim hatiye hazirkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya saziyên xwe yên têkildar ji bo mewsima zivistanê 60 hezar ton genimê baş amade kir.

60 hezar ton tovê genim hatiye hazirkirin
18 îlon, 2024   05:10
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Werşeyên Desteya Çandinî û Avdanê bi amadekirina tovên genim ji bo mewsima zivistanê re mijul in. Dawiya Tebaxê Rêveberiya Xweser biryarek derxist ku nabe cotkar tovên xwe bi rêya kargehên bêjingkirinê yên taybet bêjing bikin. Tenê Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan, aliyê yekane ya amadekirin û belavkirina tovan li ser cotkaran e.

Li gorî Desteya Çandinî û Avdanê, ji bo pêşxistina hilberandinê, bikaranîna tovên baş û bi kalîte, dûrxistina cureyên ne baş ên tovan ji nava sûkê gelekî girîng e.

Şêwirmendê Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Memî got: "Ji bo bi serxistina mewsima çandiniyê, mijara sereke cureyên tovan e. Divê li gorî pîvan û rêgezên zanistî û planên çandiniyê yên diyar û zelal, testên pêbawer kar were meşandin. Ji bo ku di xebatên şînkirin û birêxistinkirina hilberandina tovên baş de, werin bikaranîn."

Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan û Gerînendetiya Giştî ya Lêkolînên Zanistî yên Çandiniyê bi vê mijarê ve têkildar in. Bi rêya her du saziyan de, tecrubeyên zanistî li ser tovan û rêbazên pêşxistina wan çêdibin. Lê tecrubeyên wan tenê di mijara tovên genim de heye lê yên têkildarî tovên din tune ye. Her wiha li herêmê jî karantîneke çandiniyê nîn e.

Desteya Çandinî û Avdanê bi xwe bi rêya depoyên xwe, tovan bi pêş dixe ku lêkolînkirina tovên nepejirandî didome. Li herêmê 16 cureyên tovên nerm û hişk ên pejirandî hene.

Memî diyar kir ku rewşa tovan û kalîteya wan bi rêya dewriyeyan tên nirxandin û da zanîn ku cureyên li gorî rewşa herêmê hatine pejirandin, karîn şert û mercên avhewayê yên herêmê, nexweşî û kêzikan tehemul bikin.

XETEREYA BIKARANÎNA TOVÊN JI DERVE TÊN

Li gorî raporan, di mewasima borî de bikaranîna tovên ji derve hatine, bi awayekî neyînî hem li berheman hem li tovan kiriye. Di vê çarçoveyê de Mihemed Memî got: "Guhertinên avhewayê, pileyên germahiyê yên cuda di navbera sibê û şevê de, miqdara baranê ya nediyar bi awayekî neyînî bandor li tovan dikin. Ev faktor bandor li tovên ji derve hatine kirin. Ji wê zêdetir nexweşî di nav de belav bûn."

Li gorî agahiyan û dewriyeyan di salên borî de, tovên nepeijrandî yên ji derve hatine li sûkê zêde bûn û ev cure ne bi rêya desteyê derbasî herêmê bûye lê belê bi rêya bazirganan.

Memî şîret li cotkaran kir ku tenê cureyên pejirandî biçînin û wiha domand: "Dibe berhema cureyên ji derve tên zêde be lê zû bandor lê dibe û bilez nexweşî lê belav dibe. Nexweşî jî di nav de belav dibin. Me bi tecrubeyan ev yek nas kir. Dibe ku kurmikên wekî Nematode hilgirtibe ku bandor li zeviyê û li axa herêmê dike.”

LI GORÎ BIRYARÊ DÊ TOVÊN JI DERVE HATINE JI NAVA SÛKAN BÊN RAKIRIN

Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan, beriya tov li cotkaran belav bike li gorî mekanîzmayên diyar bêjing dike û nexweşiyan pak dike. Heta niha saziyê 60 hezar tov genim amade kiriye û dê her toneke tovên genim di mewsima 2024-2025`an de bi 225 dolarî bifiroşe cotkaran.

Der barê piraktîkkirina biryarê de Memî got: "Dê komîteyên pirspor ji bo çavdêrkirina sûkan û rêgirtina li pêşiya anîna tovan ji derve yan jî derxistina tovên li herêmê ji derve re, bên avakirin. Ev komîte, dê tovan test bikin û yên nebaş ji sûkan derxin."

(şx)

ANHA